Ji jineke Efganî ji bo Îranê: Ji ketinek bi êş re amade bin!

Wasîma Soroush a Efganî, bertek nîşanê cezayê darvekirinê yê Îranê li rojnameger Pexşan Ezîzî biriye da û got: “Dîrok îsbat dike ku tu dîktatorî heta dawî li desthilatdariyê namîne. Hûn jî xwe ji ketinek bi êş re amade bikin.”

BAHARÎN LEHÎB

Efganistan - Gelê Îranê jî weke gelê Efganistanê bi salan e di bin zexta desthilatdariyan de ye lê li dijî zext û zorê dengê muxalifan her dem bilind dibe. Ji ber wê ye ku rejîm li Îranê bi girtin, îşkence, înfaz û windakirina bi darê zorê hewl dide dengê muxalifan bibire.

Jinên berxwedêr ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û gel, tevî hemû zext û zorê jî tu carî serî netewandin. Ew jî weke şervanên azadiyê yên Efganistanê, di mercên herî zor de jî ji bo “pêşerojeke baştir” rabûn ser piyan û li dijî zulmê ala berxwedanê bilind kirin.

Ji ber ku gel serî netewand, rejîma Îranê bi taybetî di mehên dawî de zextên xwe zêde kir, gelek parêzvanên mafan girt û avêt zindanan. Di pêvajoya darizandina wan de cezayê darvekirinê jî di nav de, cezayên giran li wan birî. Yek ji wan jî rojnameger Pexşan Ezîzî ye. Vê biryarê li cîhanê bû sedema hêrs û çalakiyan, ji her derê cîhanê parêzvanên mafan, ji bo Pexşan Ezîzî dengê xwe bilind kirin, bertek nîşanî cezayê lê hatiye birîn dan.

‘Cezayê dan Pexşan rojên min ên ku di dest Talîbanê de dîlgirtî bûm anî bîra min’

Aktivîst Wasîma Soroush, a li bajarê Taqhar ê Efganistanê dijî, diyar kir ku ji ber cezayê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, xemgîn bûye û got: “Vê yekê rojên min ên ku di dest Talîbanê de girtî bûm anîn bîra min. Êşên ku jin ji ber dîktatoriyan dijî dê tu carî ji bîr nebin.” 

‘Nizanin ku dê jin careke din xwe ji xweliya xwe biafirînin’

Wasîma Soroush diyar kir ku li her derê cîhanê kesên dijminên azadiyê, ji hêza jinan ditirsin û wiha domand: “Dixwazî li Kabîlê, dixwazî jî li Tehranê, dijminên azadiyê ji her tiştî zêdetir, ji jinan ditirsin. Ji şiyarî, cesaret û berxwedêriya wan ditirsin loma hewl didin bi cezayan dengê wan bibirin. Dijminên azadiyê Talîban û yên li Îranê, hewl didin jinan biçewisînin lê nizanin ku her jina tê çewisandin, her carê xwe ji xweliya xwe diafirîne.”

‘Tu rejîmeke zulmê dê nikaribe bi îstaqrar be’

Wasîma Soroush, got ku hikumetên faşîst ên li Îran û Efganistanê dê bi saya têkoşîna jinan hesab bidin û wiha bi dawî kir: “Roja dayîna hesab nêz bûye. Jinên ku hûn wan biçûk dibînin, îşkence li wan dikin û bi darve dikin; dê roj were dawî li desthilatdariya we bînin. Tu rejîmeke girêdayî zulmê nikare bi îstîqrar bimîne. Dîrok îsbat dike ku tu desthilatdarî heta dawî li ser textê xwe namîne. Ji ber wê xwe ji ketinek bi êş re amade bikin.”