Rêxistina Sara destek dide jinên ku bi tundiyê re rû bi rû tên
Rêvebera Rêxistina Sara Arzû Temo destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin û keç rastî gefa dîjîtal tên û gelek caran ev yek dibe sedema xwekuştinan û got ku “Bila ev jin netirsin, bila werin serî li me bidin, em desteka derûnî didin wan.”

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji parastinê heya siyaset û qada aborî jin destkeftiyên mezin bidestxistin, têkoşîna jinan a ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya mêrê serdest didome. Rêxistin û saziyên jinan di çarçoveya xebatên guhertin û veguhertinê de bi perwerdeyan, panel, semîner û hişyariyan hewl didin rê li tundiya li ser jinan bigirin. Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, têkildarî xebatên wan ên li dijî tundiyê û hayjêbunê ji ajansa me re axivî.
Saziyên jinan desteka şêwirmendiya derûni didin jinan
Arzû Temo di destpêka axaftina xwe de behsa kar û xebatên Rêxistina Sara kir. Arzû da zanîn ku ew jinên tundî li wan tê kirin diparêzin, jinên ku kuştin, destdirêjî û gef li ser wan heye tên berê xwe didin Rêxistina Sara. Arzû ragihand ku wan gelek semînerên li ser zagonên malbatê û tundiyê dane û ev agahî dan: “Di navbera van semîneran de me broşûr belav kirin. Şêwirmendiya derûnî li Rêxistin Sara heye. Gelek jin hewceyî piştgiriya derûnî bûn. Civînên piştgiriya derûnî ji wan re hatin lidarxistin. Gelek jin hewceyî bijîşkan bûn, têkiliyên me bi Rêxistina Jiyan Fondêşin re hebû. Jinên ku tehdîd li ser wan heye, ji aliyê malbatê yan jî ji aliyê mêr ve hene. Têkiliya me bi Mala Jinê û Desteya Jinê re heye, me ew di Mala Parastinê de bi cih kirin û ew ji kuştinê parastin. Em malbatan amade dikin û nîqaş dikin, gelek caran mijar şaş tên famkirin û em lihevhatinê di navbera wan de çêdikin.”
‘Komîteyek hatiye avakirin’
Arzû Temo diyar kir ku gelek jin û keçên temenê wan biçûk ku gefa bi riya dîjîtal li ser wan hatiye meşandin, ji malê direvin û tên Rêxistina Sara da ku wan biparêzin û wiha domand: “Ev jin û keçên ku tehdîda dîjîtal li ser wan pêk tê, nizanibûn çawa xwe biparêzin. Me şopand û dît ku jinên dîmen û wêneyên wan ji wan re dihatin, hemû bi riya fotoşopê dihatin çêkirin. Ji milê me de ji ber ku Mala Parastinê girêdayî Desteya Jinê ye me têkilî bi wan re datanî. Komîteyek hatiye avakirin ji bo mijara tehdîdê nîqaş bikin û çareser bikin.”
‘Sedema sereke ya xwekuştina jinan gefa dijîtal e’
Arzû diyar kir ku destpêkê malbatan vedixwendin û nîqaş bi wan re dikirin û digotin ku ev kêmasî ne bi vî rengê mezin e. Arzû di berdewama axaftina xwe de rêbaza xebatê wiha vegot: “Lihevhatin di navbera jin û malbatan de dihatin kirin û soza nivîskî ji aliyê malbatê ve dihat dayîn ji bo temînata ewlehiya jiyana wê jinê. Gelek pirsgirêkên wiha hatin çareserkirin û jin hatin parastin. Di dema dawî de me gelek bûyerên tundiyê dişopandin, sedema sereke ya ku ji ber wê jin tên kuştin, gefa dîjîtal e.”
‘Ji bo hişyariya civakî kampanya hatiye destpêkirin’
Arzû Temo da zanîn ku di despêka Tirmehê de kampanyaya hevbeş li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistn û armanca vê kampanyayê wiha vegot: “Armanca me bi vê kampanyayê, hişyariya civakê bi taybetî jinên ku gef li wan tê xwarin e. Di bin dirûşma ‘destdirêjî sûcek e divê hûn beşdarî veşartina wê nebin’ de me kampanyayek li dar xist. Ev kampanya dê 2 mehan berdewam bike. Ji ber gelek serlêdan hatine girtin, ev kampanya dê bi berdewamî li aliyê Kobanê heta 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Li Hember Tundiya Li ser Jinan a Cîhanî, bidome. Armanca me bi vê kampanyayê, hişyarkirina civakê ye. Em dixwazin pêşî li tundiyê bigrin. Kampanyaya me deng veda. Li ser gefa dijîtal komxebatên diyalogî di kampan de hatin lidarxistin. Di demên pêş de ku pêwistî bi kampanyaya li herêmê hebe, em ê berdewam bikin.”
‘Berê xwe bidin Rêxistina Sara û saziyên jinan’
Arzû Temo destnîşan kir ku bi bangewaziya wan dayîk zêdetir li ser mijara zarokên xwe şiyar bûne û got ku her jinek an keçek ku gef û tundî li ser tê meşandin divê berê xwe bide Rêxistina Sara. Arzû bi bangek wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Bangewaziya me bi taybetî ji bo keçên temenê wan biçûk e ji ber ku ew rastî gefa dîjîtal tên. Divê kesên ku rastî tiştên wiha tên şerm nekin, veneşêrin, da ku kesên van tiştan dikin ceza bigrin. Em weke Rêxistina Sara her dem ji bo alîkarî û parastina jinan amade ne.”