Komaleya Amal ji bo jinên Tûnisî dibe destê piştevaniyê
Komaleya Amal ji bo Malbat û Zarokan, li Tûnisê ji bo jinên ku hevjînê wan mirine an jî hevberdanê kirine destekê dide. Berpirsa komaleyê Faiza Marzouki têkildarî xebatên komaleyê û zehmetiyên ku jin dikşînin axivî.

NEZÎHE BUSEÎDÎ
Tûnis – Komeleya Amal a ji bo Malbat û Zarokan a di sala 2001’ê de hat damezrandin, hewl dide ji bo jinên jinên hevjînê wan mirine, mexdûrên tundî û jinên di şert û mercên zehmet de dijîn piştgirî bide. Komele, ji roja hatine damezrandin heta îro, ji bo xwegihandina armancên xwe bername, perwerde û kursên pîşeyî yên curbecur li dar dixe. Her wiha komele, ji bo bihêzkirina ciwanan û parastina mafên zarokan jî hewl dide mafên wan ên perwerde, azadiya ramanê û beşdarbûnê mîsoger bike.
‘Ji bo jinan perwerdeyên pîşeyî tên dayîn’
Berpirsa entegrasyona pîşeyî ya Komeleya Amal a ji bo Malbat û Zarokan Faiza Marzouki, der barê xebatên komeleyê de wiha axivî: “Em ji bo jinên mexdûrê tundiyê rêhberî mîsoger dikin. Navenda perwerdeya pîşeyî ya ji bo jinan tê pêşkêşkirin, ji bo jinan di sê qadên sereke de jêhatîbûnê dide qezenc kirin; çêkirina şîraniyan, dirûtin û jêhatîbûnên jiyanê. Perwerdeyên me 6 mehan didomin û di vê pêvajoyê de ji aliyê derûnînasek ve piştgiriya derûnî tê dayîn. Ev piştgirî, dema zextên derûnî û civakî ya jinan jiyîn tê berçavgirtin, pir girîng e. Ji ber gelek jinan xwebaweriya xwe winda dikin.”
‘Em di hemû pêvajoyan de piştgirî didin jinan’
Faiza Marzouki, bal kişand ser nêzikatiya piralî ya komeleyê ya ji bo jinan û wiha axaftina xwe domand: “Em tenê bi pêvajoya perwerdeyê re sînordar namînin. Em jinan di pêvajoya entegrasyona pîşeyî de jî piştgirî dikin. Her wiha em hinek jinan beşdarî xebatên malî ya komeleyê dikin û ji bo van tercubeya kar didin qezenckirin. Ev yek ji bo jinan, ji bo avakirina jiyana serbixwe xwebawerî dide qezenckirin.”
Faiza Marzouki, destnîşan kir ku weke Komeleya Amal a ji bo Malbat û Zarokan, misyona wan hêvî daye û piştgiriya jinan a di her aliyê de ye û diyar kir ji bo ku dema jin ji komeleyê derdikevin, hîn zêdetir bibin xwedî hêz, pêbawer û jêhatibûna berdewamkirinê, çi ji destên wan tê dikin.
‘Ji bo jinan alîkariya madî jî tê dayîn’
Faiza Marzouki, wiha domand: “Her wiha komele ji bo jinan piştgiriya madî jî dide. Bi armanca pêşwazîkirina lêçûnên beşdarên perwerdeyê, burs tên dayîn. Ji ber gelek jin nikarin xwe bigihîjînin derfetên dabinkirina van lêçûnan. Di heman demê de ji bo jinên xwedî zarok, ji bo bikaribin di pêvajoya perwerdeyê de zarokên xwe teslîmê navendên lênêrînê bikin, bursên taybet jî tên dayîn. Her wiha komele, ji bo jinên jinebî jî navendên stargehê jî pêşkêş dike. Ev navend, li herêmê yekane ye. Jinên mexdûrên tundiyê jî dikarin serî li navendê bidin û li gorî pêdivî ya xwe ji bo navenda perwerdeya pîşeyî yan jî komeleyên din ên taybet tê şandin. Komeleya me, her dem bi dewlet û rêxistinên civaka sivîl re di nava hevkariyê de dixebite.”
‘Civak ji bo piştgiriya jinan rolek mezin dilîze’
Faiza Marzouki, bal kişand ser rola civakê ya di vê mijarê de û zehmetiyên ku pê re bi rû tên û got: “Ez wek aktîvîstek civaka sivîl dikarim bibêjim ku civak ji bo piştgiriya jinan roleke mezin dilîze. Em li pisgirêkên jinan guhdarî dikin, hewil didin fêm bikin û piştgirî didin wan. Jinan li şûna serî li saziyên dewletê bidin, zêdetir serî li saziyên civaka sivîl didin, ji ber li vir rasterast û bi awayekî rast piştgirî digrin.”
Faiza Marzouki, da zanîn ku komele bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne: “Zehmetiyên herî mezin ku em rû bir û dimînin, çavkaniyên malî yên sînordar, piştgiriya domdar e û ji ber hejmara jinan pir zêde ye, mîsogerkirina hêza mirovî û piştgiriya rêhberî ya pêwist e.”
Faiza Marzouki, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ruxmê hemû zehmetiyan jî em bawer dikin ku bandora piştgiriya em didin jinan li ser jiyan û pêşeroja wan pir girîng e û em bi vê baweriyê xebatên xwe didomînin.”