Rêxistina Nûçegihanan rapora binpêkirina mafên rojnamegeran weşand

Rêxistina Nûçegihanan a ji bo Maf û Pêşxistinê ragihand ku li Herêma Kurdistanê hê jî binpêkirina zagona karê rojnamevaniyê didome.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Nûçegihanan a ji bo Maf û Pêşxistinê (Reporters Organization For Right And Developnents) der barê binpêkirinên ku li Herêma Kurdistanê li hemberî rojnamevanan pêk tên de raporek parve kir.

Di raporê de hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê binpêkirina zagona karê rojnamevaniyê didome û di weşandina nûçeyên karesat, bûyer û çalakiyan de cudakarî di navbera kanalên ragihandinê de tê kirin.

Her wiha di raporê de daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin ku cudakariyê di navbera saziyên ragihandinê de neke.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku hêzên asayîşê li bajaroka Mêrgesor rêgirî hinek saziyên ragihandinê kirine û rê nedan bûyera xeniqînê ya Avesta Seyîd Yusuf were şopandin.

Di dawiyê de jî ev bang li saziyên Hikûmeta Herêmê hat kirin: “Em daxwaz ji tevayî saziyên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, bi yek çavî li tevayî saziyên ragihandinê binêrin û cudakariyê di navbera wan de nekin. Ji ber ku ev cudakarî navê Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî di warê azadiya fikir û ramanê de reş dike û dixe bin pirsyaran.”