Ji ber doza Narîn Guran gihîştina 99 hesabên X'ê hatiye astengkirin

Dadgeha Amedê di çarçoveya lêpirsîna Narîn Gûran de, bi hinceta ku parvekirinên li ser medyaya civakî dibin sedema "hêrsa gel" û bandorê li ser zarokan dikin, biryara astengkirina 99 hesaban da.

Navenda Nûçeyan – Di biryareke ku di 23'ê Îlona 2026'an de ji aliyê Dadgeriya 3'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê a Amedê ve li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat dayîn, xwegîhandina 99 hesabên X'ê hate astengkirin. Di biryara dadgehê de hat diyarkirin ku ev parvekirin wekî naverokên ku dibe "bibin sedema hêrsa gel" an jî "çalakiyên ku armanc dikin baweriya bi pêvajoyên lêpirsîn û dozgeriyê kêm bikin".

Herwiha hate destnîşankirin ku dibe hin ji wan naverokan ji bo zarokan ku xwebigihînin jî xeterbin, ji ber ku dikarin bandoreke neyînî li pêşketina wan a psîkososyal bikin.

Dadgehê daxwaza Serdozgeriya Komarê qebûl kir û li gorî xalên 8/A-1 û 8/A-3 yên Qanna Hejmar 5651, biryar da ku xwegihîştina wan hesaban bê astengkirin.