Ji New Yorkê 36 berhemên dîrokî vegerandin Sûriyeyê

Dozgeriya Manhattanê 36 berhemên dîrokî yên bihayê wan ji 5 mîlyon dolarî zêdetir e, radestî Sûriyeyê kirin. Di nav de nepixandineke 450 kîloyi ya Palmîrayê jî heye.

Sûriyeyê kirin. Di nav de nepixandineke 450 kîloyi ya Palmîrayê jî heye.

Navenda Nûçeyan – 36 berhemên dîrokî yên ku li New Yorkê hatin desteserkirin û bihayê wan ji 5 mîlyon dolarî zêdetir e, vegerandin Sûriyeyê. Di nava berhemên dîrokî de nepixandinek gorekî ya giraniya wê ji 450 kîloyan zêdetir e û 14 mozaîk ên tê gotin ji vîllayek Romayî hatine derxistin jî heye.

Dozgerê Navçeya Manhattanê, di merasîma ku 23’ê Îlonê hate lidarxistin de vegerandina 36 berhemên aydê Sûriyeyê ne ragihand.

Yek ji berhemên herî berbiçav ên tên vegerandin, nepixandinek kevnar a ji bajarê Palmîra hate derxistin e. Giraniya berhema kevirê gecê, zêdetirî 450 kîlogram e û mêrekî xwe dirêj kiriye û li kêlaka wî jinek û sê zarok hene. Li gorî nivîsgeha Dozgerê Navçeya Manhattanê, nepixandin li ser dîwarên odeyeke goristanê ya li Palmîra bû. Berhem, ji aliyê Dubaî ve hate dizîn.

Palmîra, yek ji cihên arkeolojîk ê girîng a li Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO’yê cihdigire, tê zanîn. DAIŞ’ê di navbera salên 2015 û 2017’an de beşek mezin a bajêr wêran kiribû. Hate diyar kirin ku nepixandina tê vegerandin, beriya wêrankirina bajêr ji Palmîrayê hatiye derxistin.

Berhemên ku ji vîllaya Romayê hatin talankirin

Di nava berhemên tên vegerandin de 14 mozaîkên ku tê gotin ji vîllayek Romayê ya li Sûriyeyê hatine talankirin. Nivîsgeha dozgeriyê, ragihand ku ev berhemên dîrokî ji aliyê dermansazê Lubnanî Georges Lotfi ve bi dizî hatine New Yorkê. Di sala 2022’an de ji bo Georges Lotfi fermana girtinê hatiye dayîn û di sala 2023’an de jî ji aliyê Interpolê ve bultena sor hatibû weşandin. 13 berhemên dîrokî ji Muzexaneya Hunerê ya Metropolitan hatin desteserkirin û dozgeriyê diyar kirin ku ji sala 2017’an û vir ve bi tevahî 402 berhemên dîrokî ji muzexaneyê desteser kirine û nirxa wan jî 98.7 milyon dolar e.

Her wiha 4 berhemên dîrokî jî, ji koleksiyona koleksiyonerê Amerîkî Michael Steinhardt hatine desteserkirin. Michael Steinhardt, di sala 2021’an de bi rayedarên Amerîkî re li hev kir û bi qasî 180 berhemên dîrokî yên ji welatên cûda hatine dizîn û li gel koleksiyonekî nirxa wê 70 milyon dolar re vegerand.

Li gorî dozgeriyê, Yekîneya Qaçaxçîtiya Antîkan heta îro zêdetirê 6 hezar û 400 berhemên çandî desteser kiriye û zêdetirî 6 hezar û 200 ji van ji 40 welatan re hatine vegerandin. Di çarçoveya sûcên qaçaxçîtiya mîrateyên çandî de 18 kes hatin mehkûm kirin.