Rêxistina COPINH ji bo Abdullah Ocalan name ji KA’yê re şand
Rêxistina COPINH ku nûnertiya gelê Lenca dike, nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û bangek ku ji sê xalan pêk tê kir.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina COPINH ku nûnertiya gelê Lenca li Hondurasê dike, nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand. Di nameyê de, daxwaza bidawîanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina "mafê wî yê hêviyê" kirin. Di nameyê de hate tekezkirin ku Abdullah Ocalan di Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk de muxatabek siyasî yê bingehîn e.
Di nameya ku ji aliyê COPINH ve hatiye şandin de hatiye gotin ku rêxistin ji 30 salan zêdetir e ji bo parastina jiyan, erd û mafên kolektîf ên gelên xwecihî têdikoşe. Tê tekezkirin ku demokrasiya rastîn tenê dema ku mafên bingehîn û îradeya siyasî ya gelan werin garantîkirin mimkun e. Di nameyê de her wiha Berta Cáceres, çalakvana jîngehê û Koordînatora COPINH ku di sala 2016’an de ji ber parastina mafên gelên xwecihî hate kuştin, hat bîranîn û hatiye destnîşankirin ku rêxistin tevî zextan têkoşîna xwe didomîne.
Divê biryara DMME’yê were bicîhanîn
Di nameyê de fikarên kûr li ser nebicîhanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya sala 2014’an a li ser doza Abdullah Ocalan hatin nîşandan. Bi taybetî hate gotin ku nepejirandina "mafê hêviyê" binpêkirina pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan e. Daxuyaniyê tekez kir ku ev ne tenê pirsgirêkek qanûnî ye, di heman demê de astengiyeke cidî ye li pêşiya avakirina aştiyeke dadperwer û demokratîk.
Bangawazî
Di nameya COPINH’ê de hate gotin ku Abdullah Ocalan yek ji muxatabên siyasî yên sereke ye di nîqaşên aştî û çareseriya demokratîk de ku li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin. Her wiha hat gotin ku berdewamiya şert û mercên tecrîda dijwar û binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Abdullah Ocalan derfetên diyalog, lihevhatin û veguherîna siyasî qels dike.
Bangawaziya COPINH ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê
“* Bicihanîna bi bandor a biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 2014’an û naskirina tevahî ya “mafê hêviyê,”
*Zêdebûna zexta siyasî li ser Tirkiyeyê û danasîna mekanîzmayên çavdêriyê yên bibandortir, di nav de prosedurên binpêkirinê,
*Vekirina rê ji bo Abdullah Ocalan ku bi azadî beşdarî hewldanên avakirina aştiyê bibe.”
Name bi gotina ku gelê Lencayê jiyana xwe li dijî tundî û talankirinê diparêze û hevgirtinê bi hemû gelên ku ji bo edalet, rûmet, demokrasî û aştiyê têdikoşin palpiştiyê dike, bi dawî dibe.