Li Sûdanê ji destpêka pevçûnan heta niha 8 hezar kes winda bûne

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) eşkere kir ku ji destpêka pevçûnan ve heta niha li Sûdanê hejmara kesên winda gihîştiye 8 hezaran. Her wiha hejmara giştî ya kesên winda yên têkildarî pevçûnan gihîştiye 11 hezaran.

Navenda Nûçeyan – Ji ber şerê berdewam li Sûdanê bi hezaran kes winda bûne, di nava krîza mirovî ya ku her diçe girantir dibe û xizanî û birçîbûna berfirehtir dibe de. Her ku şer berdewam dike û xizmetên bingehîn xirabtir dibin, bi pêlên koçberiyê yên rojane zêde dibin, êşa sivîlan girantir dibe û rewş her diçe xirabtir dibe.

8 hezar kes ji ber pevçûnan winda ne

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) ragihand ku hejmara kesên li Sûdanê ji destpêka pevçûnên ku di 15’ê Nîsana 2023’an de winda bûne gihîştiye 8 hezarî, di heman demê de hejmara giştî ya kesên winda yên têkildarî pevçûnan li welat gihîştiye nêzî 11 hezarî.

Berdevkê ICRC’ê yê li Sûdanê diyar kir ku rêxistin diyaloga xwe bi hemî aliyên têkildar re di pevçûnê de didomîne da ku gihîştina mirovî ya ewle û bê asteng misoger bike û parastin û alîkarî ji kesên zirarê dîtine re peyda bike.

43 sivîl bi êrîşên dironan hatin kuştin

Êrîşên hevbeş, bi taybetî bikaranîna dronan di rojên dawî de, bûn sedema kuştina 43 sivîlan û birîndarbûna zêdetirî 40 kesên din. Li deverên rojava û navenda welat, rewşa mirovî xirabtir bûye û êşa nifûsê kûrtir kiriye.

Têkçûna saziyên xizmetê

Ji destpêka pevçûnên li Sûdanê, di 15’ê Nîsana 2023’an ve, welat ketiye nava yek ji krîzên mirovî yên herî xirab û şerên berdewam di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bûne sedema hilweşîna zêde ya xizmetên bingehîn û rêjeyên hejarî û birçîbûnê zêde kirine.

Hilweşîna zincîra dabînkirin bazarê û nebûna alîkariya mirovî 

Her ku tundî belav dibe, hejmara kesên ji welatê xwe koçber bûne derdikeve astên bilind ku ev yek heta niha nehatiye dîtin. Di heman demê de bi milyonan malbat ji ber têkçûna zincîrên dabînkirinê, têkçûna bazaran û nebûna alîkariyê bi xetera birçîbûnê re rû bi rû mane. Ev yek bûye sedema belavbûna bi hezaran malbatan û nebûna agahiyê. Di nava rewşeke ewlehî û mirovî ya ku bi lez xirab dibe û jiyana sivîlan tehdît dike de êşên rojane kûrtir dibin.