Rewşa penaberên li Xezayê roj bi roj xirabtir dibe
Hêzên Îsraîlê, avahiyek mezin a niştecihbûnê ya li navenda Xezayê hilweşand û di encama êrîşê de bi sedan malbatan bêmal man.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya kampanyaya hilweşandina avahiyên niştecîhbûnê ya li Xezayê de, hêzên Îsraîlê şeva borî, avahiya "El-Cundî el-Majûl" a li ser cadeya Umr el-Muxtar a li Taxa El-Rîmal a yek ji deverên herî qerebalix û bazirganî yên navenda bajerê Xezayê, hedef girtin. Ev avahî, qada niştecihbûnê ya bi sedan malbat û penaberên Filistînî bû û di heman demê de gelek konên penaberên herêmên din jî hebûn.
Êrîş, piştî hişyariyek lezgîn a hêzên Îsraîlê ji bo niştecihan pêkhat. Ji niştecihan hate xwestin ku di demek gelek kurt de avahî û kampên derdorê vala bikin. Lêbelê, ji niştecihan re derfeta komkirina eşya an jî cil û bergan nehat dayîn û ev yek jî bû sedem ku di nava tirs û panîkek mezin de avahiyê vala bikin.
Hêzên Îsraîlê, beriya rojek li ser platforma X’ê daxuyaniyek weşand û nexşeyek ku herêma avahî di nav de cih digre bi rengên sor nîşankiriye parvekir û ragihandi bû wê vê avahiyê hedef bigrin. Di daxuyaniyê de dihat îdia kirin ku "binesaziya terorîst a Hamasê" di hundir an jî derdora avahiyê de ye.
Hêzên Îsraîlî, ji meha Tebaxa borî û vir ve kampanyayek bipergalî dane destpêkirin ku wê avahiyên bilind ên niştecihbûnê hilweşîne û bi deh hezaran Filistînî bêmal bihêle.