Xwendakara Zanîngeha Tehranê Sara Goharî bi kefelatê hate berdan

Xwendekara sosyolojiyê ya Efganî Sara Goharî ya 29 salî ku di dema li Îranê lêkolînek serbixwe dikir hate binçavkirin, piştî 70 rojan bi kefaleta 500 milyon tûmenî ji Girtîgeha Torbate Jamê hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara beşa sosyolojiyê ya Zanîngeha Tehranê Sara Goharî ya Efganî ya li Îranê dijî, piştî 70 rojan bi kefaleta 500 milton tûmenî bi awayekî demkî hate berdan. Sara Goharî, wê heta temambûna pêvajoya darizandina xwe ji Girtîgeha Torbatê Jamê hate berdan.

Sara Goharî, bi sûcdariya “propagandaya li dijî pergalê” û “kişandina wêneya herêmên qedexekirî” te darizandin. Xwendekar, di 15’ê Tîrmeha 2024’an de dema serdana xwe ya sînorê Taybadê ya ji bo lêkolînek serbixwe, hatibû binvakirin.

Piştî hate girtin, malbata wê der barê keça xwe de 10 rojan agahî negirt. Piştre parêzera wê Reza Şefexayê, ragihand ku Sara Goharî bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî ye û da zanîn muwekÎla wê li navenda binçavkirinê ya Teşkîlata Îstîhbaratê ya Meşhedê tê ragirtin. Xwendekara ku nêzî 10 rojan li wîr ma, piştre ji bo Girtîgeha Torbat Jamê hatiye hatibû sewq kirin.