Rewşa çalakvana ciwan Saqer Etemadî ya birîndar bû giran e
Li gorî çavkaniyên herêmî û vîdyoyên medyaya dîjîtal, xwepêşandera ciwan Saqer Etemadî ya ji Farşanê, di xwepêşandana li ber avahiya qeymeqamtiyê de bi guleyên birîndar bû û rewşe wê giran e.
Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên herêmî û vîdyoyên medyaya dîtîjal, 31’ê Kanûna 2025’an de hêzên ewlehiyê li navçeya Farşanê gule li xwepêşanderan reşandin. Xwepêşander Saqer Etemadî bi guleyan ji serê xwe birîndar bû û sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Ev agahiyan, ji aliyê aktîvîstên herêmî ve ji medyayê re hate ragihandin.
Aktîvîst û xizmên xwepêşandaran, diyar kirin ku hêzên ewlehiyê der barê birîndaran de agahiyan parvekirine û xwegihandina malbat û rojnamevanan asteng dikin. Medyaya serbixwe van îdiayan piştrast nekir.
Li gorî medyaya sivîl, herî kêm 20 kes li Farşanê hatin gulebarankirin, hinek hatin binçavkirin û piraniya birîndaran ciwan û zarok in. Wêne û vîdyoyên li ser medyaya dîjîtal, nîşan didin ku xwepêşander li ber qeymaqamtiya parêzgar kom dibin û dengê çekan tê bihîstin. Her wiha rojnamevanên serbixwe, piştrastkirinek fermî newergirtin.
Parêzer û rêxistinên sivîl, der barê birîndar û kesên hatine binçavkirin de daxwaza şefafiye, lîsteya navan û gihîştina parêzer û malbatê kiri. Lêbelê, heta niha tu daxuyaniyek fermî nehat dayîn.