Rêwîtiya nivîsê ya nivîskara Tûnisê Amna El-Rumeylî
Ji romana Tûcan ku sînoran derbas dike û xwe digîhîjîne zanîngeha Îtalya, heta ‘Şettu’l-Erwah.. nivîskara Tûnisê Amna El-Rumeylî, di wêjeya nûjen de şopa xwe dihêle û diyar dike ku hêmana herî diyarker a di dikê de kalîteya metnê ye.

NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis- Nivîkara Tûnisî û akademisyen Amna El-Rumeylî, bi nivîsên xwe yên ku pirsgirêkên civakî û siyasî, bi taybetî mijarên jinan û tundiya li dijî wan bi cesaret digre dest tê nasîn. Nivîskara ku bi berhema xwe ya bi navê ‘Tuûan’ û ‘Şettu’l- Erwah’ derketî pêş, xelata Beşîr a Zubeyda girt û berhema wê di demek kurt de wergerî zimanê Îtalî hat kirin.
Her çendî cih xwe bide vegotinên diyar ên jinan jî Amna er-Rumeylî pênasekirina wê weke ‘nivîskarek femînîst’ red dike. Ji bo wê nivîs, qadeke azadiyê ye.
‘Ez bi pirtûkan mezin bûm’
Nivîskar Amna El-Rumeylî, bingeha hişmendiya wêjeyê, bi azewriya xwe ya ji bo xwendinê ve girê dide û wiha dibêje: “Ez endamên nifşeke ku dostê herî nêz ê pirtûkan im. Me şevên xwe bi pirtûkan derbas dikir. Azweriya min a xwendinê di destpêkê de Erebî û Frensî di nav de gelek zimanên din, şekil da vê hişmendiya wêjeyê. Hişmendiya nivîskar, referansên nivîsa ku girtî dest diyar dike.”
Ne femînîst nivîskarek azad e
Amna El-Rumeylî diyar kir ku xwe di çarçoveya ‘nivîsên jinan’ de nabîne û got: “Ez xwe weke nivîskarek femînîst nabînim, her çendî li ser jinan binivîsînim jî... Ez jî etîketan wêdetir, bi azadiyek berfirehtir dinivîsînim. Jin di nivîsên min de her dem roleke navendî dilîzin, hem niha hem jî di pêşerojê de.”
Amna El-Rumeylî, anî ziman ku têkoşîna di qada çandî de, ne li ser dijberiya jin-mêr e divê li ser kalîteya metnê bê meşandin û got: “Ez pevçûnek di bingeha jin an jî mêr de qebûl nakim. Cudahî, di navbera metna baş û xirab de ye. Li Tûnisê di navbera hunermendên jin û mêr de şerekî mezin nîn e, berovajî, temambûn û rêzdariya li hemberî hev heye.”
Baweriya bi nifşê nû
Amna El-Rumeylî ji bilindbûna nivîskarên jin ên ciwan ên Tûnisê bi hêvî ye û dibêje: “Bi rastî em rûbirûyî nifşeke balkêşin. Ez heyranê nivîskarên jinên ciwan im. Dema ez wan dixwînim dilê min rihet dibe. Nivîsên Tûnisê di riyeke baş de ne. Metnên bi bandor û gelek xweşik ku ji pênûsên jinan derdikevin hene.”
Şettu’l- Erwah çîrokek ji Tûnisê heta Îtalyayê dirêj dibe ye
Amna El-Rumeylî der barê wergerandina romana xwe ya bi zimanê Îtalî de wiha dibêje: “Dema min kopyaya wergera yekem girt destên xwe, kêfxweşiyek mezin hîs kir. Ji bo vê wergerê hewldanek min a taybet çênebû. Weşanxaneyeke Îtalî ji min re e-posta şand. Ji bo ez pirtûkê li çend zanîngehên Îtalyayê bidim nasandin. Roman mijara ku hem Tûnis û hem jî Îtalyayê eleqedar dike ‘Herqa’ (koça ne zagonî) tîne ba hev. Ev mijar di asta dîplomatîk û wêjeyê de eleqeyek mezin dibîne.”
‘Medînetu’l-Ensâf es-Sufla’ ku nîqaşê çêdike
Amna El-Rumeylî têkildarî romana xwe ya bi navê “Medînetu’l-Ensaf El-Sufla” ku deng vedaye wiha dibêje: “Romannivîsa Tûnisê Amîra Gannîm, ji bo vê romanê gotibû; ‘naşibe tu metneke din.’ Roman ne behsa wekheviyê, berovajî behsa nebûna wê dike. Armanca min ez romanek ku kêf û pirsan ava dike û bi gotineke cuda asoyê vedike derbixim holê.”