Tora Jinan a Qiloçê Afrîkayê cezayê recma li dijî du jinan şermezar kir
Tora Jinan a Qiloçê Afrîkayê SIHA, cezayên recmê yên li du jinên li herêmên Rîşîrîş û Xartum Bahriyê hatine birîn, şermezar kir û diyar kir ku ev yek pêkanînên cudakar ên li dijî jinan ên di Qanûna Cezayê ya Sûdanê de radixe ber çavan.
Navenda Nûçeyan- Tora Jinan a Qiloçê Afrîkayê SIHA, duh bi daxuyaniyekî cezayên recmkirinê yê li dijî du jinên li herêmên Rîşîrîş û Xartum Bahriyê hatine birîn şermezar. Tora Jinan da zanîn ku dema jinên ceza xwarine ji bo Girtîgeha Jinan a Omdurmanê hatin veguheztin, dozên wan hêj di qonaxa îtîrazê de bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev ceza sûcên di Qanûna Cezayê ya Sûdanê ya 1991’an de û sûcên ku bi rêkûpêk jin û zarokan hedef digrin, radixe berçavan. Tora SIHA’yê, reformek berfireh a qanûna ceza û bidawîanîna sepandina qanûnên ku jinan li ser bingeha ehlaq û rêzgirtina giştî hedef digirin, daxwaz kir.
Torê, nirxandineke yasayî ya zelal û berfireh a beşek ji her rêkeftineke siyasî li Sûdanê û ji bo pejirandina çarçoveyeke yasayî ya dadperwer ku mafên jin û zarokên keç mîsoger dike, xwest. Torê, di dawiyê de destnîşan kir ku divê pergala yasayî maf û rûmeta jinan biparêze û cudakariyê xurt neke.