Li Rabatê mêranî û qalibên di medyayê de hatin nîqaşkirin
Li Rabata paytexta aborî ya Mexribê, bi hevkariya "Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê" û Yekîtiya Rojnamevanên Neteweyî ya Mexribê, der barê rola medyayê de komxebatek hat lidarxistin.
HENAN HERÊT
Mexrib- Li Rabata paytexta aborî ya Mexribê, der barê rola medyayê ya di domandin an jî veguherandina qalîbên zayendî de komxebatek du roj hat lidarxistin. Komxebat bi hevkariya "Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê" û Yekîtiya Rojnamevanên Neteweyî ya Mexribê hat lidarxistin û gelek rojnamevan û çalakvanên mafên mirovan anî cem hev.
Beşdarên komxebatê, destnîşan kirin ku hişmendiya mêran ne tenê meseleyek helwestên takekesî ye, berhema danehevîn dîrokî û çandî ye û hem ji aliye jinan hem jî ji aliyê mêran ve tên parvekirin.
Beşdaran, dan zanîn ku tevî veguherînên civakî yên li Mexribê yên di deh salên borî de jî jin nebûne xwedî hişmendiya tam û xwe bi tevahî ji qalîban rizgar nekirine. Jinan diyar kir ku armanca komxebatê ne takekesî, hişmendiya navendî ya mêran a mîna pergaleke civakî bû ku rûmeta jinan kêm dike û rolên sînordar li ser mêran ferz dike.
Di komxebatê de têgehên "mêraniya hegemonîk" ku pergala baviksalariyê didomîne, "mêraniya alîgir" ku bêyî berjewendiya xwe piştgirî dide nirxa, “mêraniya performansê" ku hêz û tepeserkirina derdixe pêş û "mêraniya erênî" ya wekhevîxwaz û li dijî tundiyê hat nîqaşkirin. Hat tekezkirin ku beşdariya mêran a ji bo van nîqaşan, ji bo veguherîna civakî ya domdar bingehîn e.
Qalîb, malbat û medya
Di roja duyemîn a komxebatê de, cudahiyên di navbera mêraniya kevneşopî û mêraniya erênî de û bandora van têgihîştinan li ser zexta civakî ya li ser mêran qalibên "mêrê îdeal" hat nîqaşkirin.
Medya û tundiya li ser bingeha zayendî
Di komxebatê de girêdana di navbera qalîb û tundiya li dijî jinan de û îhtîmala ku medyayê vê tundiya bi hişmendî yan nehişmendî normalîze bike hat nîqaşkirin. Berpirsiyariya rojnamevanan di hilbijartina ziman, perspektîf û çarçovekirinê de hat tekezkirin û girîngiya zimanê bêalî yên zayendî û aliyên nûçeyan ên ku çarçoveyê nîşan didin hat destnîşankirin. Komxebatê girîngiya hişmendî û berpirsiyariyê di rojnamegeriyê de bi riya rahênanên pratîkî nîşan da ku nûçe ji perspektîfek zayendî ve ji nû ve hatin nivîsandin û aliyên civakî, maf-esasî, aborî û zayendî hatin çareserkirin.
Navenda medyayê aktorek e
Rêvebera komxebatê akademîsyen û çalakvana mafên mirovan Latîfa Bouhsînî, bal kişand ser rola navendî ya medyayê ya di civakîbûna civakî de û girîngiya rojnamevanan a di bilindkirina hişmendiyê de. Latîfa Bouhsînî, destnîşan kir ku medya dikare qalîban xurt bike yan jî beşdarî avakirina gotarek dadperwer bibe û diyar kir ku komxebat bi giranî pisporên medyayê hedef girtiye û berpirsiyariya wan a parastina nirxên wekhevî û edaletê heye.
Latifa Bouhsînî, destnîşan kir ku Mexrib di deh salên dawî de veguherînên girîng ên mîna perwerde, beşdariya jinan di hêza kar de û hebûna wan di qada giştî de derbas kiriye lê cudakariyên sembolîk hê berdewam dikin. Latîfa Bouhsînî, diyar kir ku medya û lêkolînên çandî di xurtkirina vê guhertinê û piştgiriya wekhevî û edaletê de amûrên bingehîn in.