Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li Necme Emînî birî, Bayan Qaderî jî hat girtin

Xwendekara 23 salî Necme Emînî ji girtîgeha Meşhedê ragihand ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Li aliyê din, li bajarê Pîranşarê jî jineke bi navê Bayan Qaderî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zext û binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî jinan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Meşhedê cezayê darvekirinê li xwendekareke 23 salî Necme Emînî hat birîn û li Pîranşarê jî jinek bi navê Bayan Qaderî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Rejîma Îranê bi van polîtîkayan dixwaze bi rêya tirs û zextê desthilata xwe ya ku di bin xeteriyê de ye biparêze û civakê bêdeng bike.

Biryara darvekirinê ji bo Necme Emînî

Xwendekara 23 salî û yek ji girtiyên xwepêşandanên Çileya 2026’an, Necme Emînî, di peyameke bi deng de ji girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê ragihand ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Malpera “Dengê Girtiyên Îranê” tomara deng a vê peyamê roja 19’ê Îlona 2026’an de weşand. Di peyamê de, Necme Emînî diyar dike ku piştî nêzî heşt mehên nediyar, di 16’ê Îlonê de ji aliyê dadwerekî ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Di peyamê de, Necme Emînî daxwaza xwe ya ji bo darizandineke adil tekez dike û wiha dibêje: "Ez tenê edalet û derfeta parastina xwe dixwazim. Bibin dengê min."

Necme Emînî her wiha bang li parêzer, pisporên hiqûqî, çalakvanên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî kir ku lêkolîn bikin û doza wê bişopînin.

Berê hatibû ragihandin ku Necme Emînî, ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve bi tohmeta "heqareta li Pêxember" 12 sal û şeş meh û rojek cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Li gorî raporên hatine weşandin, ew di 28’ê Sibata 2026’an de li Bazara Ferdewsî ya Meşhedê hatiye girtin û wê birine girtîgeha Wekîlabadê.

Çavkaniyên ku vê nûçeyê ragihandine, îdia kirin ku di dema girtina wê de mafê wê yê dîtina parêzerekî ku wê bi xwe hilbijartiye hatiye qedexekirin. Agahiyên vê dozê û cezayê darvekirinê yê Necme Emînî ji aliyê çavkaniyên dadwerî yên fermî ve nehatine eşkerekirin.

Li Pîranşarê jineke Kurd hat girtin

Bayan Qaderî ya 38 salî ji navçeya Pasveh a Pîranşarê, roja 19’ê Îlonê, piştî ku çûye saziyeke ewlehiyê, hatiye girtin. Li gorî nûçe û raporên mafên mirovan, piştî girtinê wê şandine Urmiyeyê û li yek ji navendên girtina ewlehiyê tê girtin lê belê cihê rast ê girtina wê nayê zanîn.

Ev girtin piştî operasyoneke ewlehiyê ya li dijî malbata Bayan Qaderî pêk tê. Rojek berê, hêzên ewlehiyê çûn mala wan, lêgerîn kirin û bavê wê yî temenê wî mezin çend demjimêran girtin û lêpirsîn kirin.

Li gorî raporan, piştî ku bav hat berdan, hêzên ewlehiyê ji Bayan Qaderî xwestin were û xwe bide nasîn. Piştî çûyîna saziya ewlehiyê Bayan Qaderî hat girtin û hûrguliyên der barê sûcdariyên li dijî wê de hê nehatine eşkerekirin.