Reham Hecî piştî 11 salên dîlgirtinê vegeriya Şengalê
Bi nêzhatina 11’emîn salvegera fermanê re, jina Êzidî Reham Hecî Heme ku ji hêla YPJ ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin, piştî 11 salan vegeriya Şengalê. Reham ji aliyê malbata xwe û jinan ve bi tilîliyan hat pêşwazîkirin

Şengal – Piştî 11 salan û bi nêzbûna salvegera fermanê re, jina Êzidî Reham Hecî Heme ji hêla şervanên YPJ (Yekîneyên Parastina Jin) ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Reham Hecî Heme, duh êvarê ji aliyê YJŞ û YBŞ’ê ve radestî malbata xwe hat kirin.
Rehama ku ji Xanesorê ye, ji hêla malbatê û jinan ve bi tilîlî û dîlanan hat pêşwazîkirin.
‘Min hêviya xwe qut kiribû lê niha di nav malbata xwe de me’
Reham Hecî ku dema dîl ket destê çeteyên DAIŞ’ê 11 salî bû û niha 22 salî ye, hestê xwe bi kurtasî wiha anî ziman: “Ez destpêkê spasiya YPJ û YJŞ’ê dikim ku min ji destê çeteyan xilas kirin. Ez bi biçûkatî ketim destê çeteyan û piştî 11 salan min teslîmê malbata min kirin. Careke din ji bo dîtina malbata xwe min hêviya xwe qut kiribû. Niha piştî 11 salan hemû malbata min kom bûye û ez di nav wan de me. Ez ê fermanê û tiştên ku jiyame tu carî ji bîr nekim û hêvî dikim ku hemû jinên dîl bêne rizgarkirin.”
‘Min keça xwe wek şehîd îlan kiribû’
Dayîka Reham Hecî jî kêfxweşiya vegera keça xwe bi van hevokan anî ziman: “Bi dîtin û hatina keça min hemû dinya bû ya min. Min keça xwe wek şehîd xistibû lîsteya miriyan, lê hezar caran şikir piştî 11 salan keça min li min vegeriya. Ez spasiya hemû şervanan dikim ku keça min xilas kirin. Bi taybetî ez spasiya xwe ji YPJ’ê re dikim.”
‘Soza me rizgarkirina hemû jinên Êzidî ye’
Di dema radestkirina Reham a malbatê de li ser navê YJŞ’ê Sozdar Şengalî axivî û wiha got: “Jineke Êzidî ji hêla YPJ’ê ve ji destê çeteyan hat rizgarkirin û em jî wek YJŞ û YBŞ’ê çûn, me jina Êzidî anî Şengalê û radestî malbatê kir. Em li ser navê YJŞ û YBŞ’ê spasiya hevalên xwe yên YPJ, YPG û QSD’ê dikin. Têkoşîn û berxwedana me ji bo rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên dîl e û wek YJŞ û YBŞ’ê soza me jî ev e. Cihê kêfxweşî û şanaziyê ye em jina Êzidî Reham ku piştî 11 salan vegeriya Şengalê, radestî malbata wê dikin. Heta yek jinek Êzidî jî di destê çeteyan de bimîne em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Nêzîkî salvegera fermanê kêfxweşiya me mezintir kir’
Her wiha endama Meclîsa Jinê ya Digurê Semîra Berxwedan jî ji ajansa me re bi kurtasî ev tişt anîn ziman: “Em wek meclîsên jinên TAJÊ xêrhatina jina Êzidî ku ji destê çeteyan hatiye rizgarkirin, dikin û em gelek kêfxweş in. Em spasî ji hêzên YPJ û QSD’ê re dikin. Bi taybetî nêzîkî fermanê rizgarkirina jina Êzidî kêfxweşiya me hîn mezintir kir. Hêvîdar im hemû jinên dîlgirtî werin rizgarkirin.”
Reham piştî radestî malbatê hat kirin, malbat ew bir mala xwe ya li Xanesorê. Reham li mala xwe ya Xanesorê bi tilîlî û govendan hat pêşwazîkirin.