Reham Hecî Hemê ya Êzidî piştî 11 salan hate rizgarkirin
Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) jina Êzîdî ya binavê Reham Hecî Hemê ya di Fermana 74’an de ji aliyê DAIŞ’ê hatibû revandin, rizgarkir û piştî dîlgirtina 11 salan vegerand Şengalê.

Navenda Nûçeyan – Xebatên ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên ku di Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin didome. Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), Reham Hecî Hemê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, radestî rayedarên pêwendîdar ên li Şengalê kirin û rê li ber xwegihandina wê ya bi malbata wê re vekir.
Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro ragihandin ku jina Êzîdî ya bi navê Reham Hecî Hemê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin, teslîmê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) kir. Amedekariyên Reham Hecî Hemê ya ji bo vegera li gel malbata xwe ya li navçeya Şengalê hatin temamkirin.
11 salan dîlgirtî bû
Reham Hecî Hemê, di Tebaxa 2014’an de di dema dagirkeriya DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê de ji bajaroka Xanesorê hate revandin. Zêdetirê 11 salan di bin dîlgirtinê de ma û di vê pêvojoyê de bi kiryarên der mirovî yên DAIŞ’ê re rû bi rû ma.
Rizgarkirina Reham Hecî Hemê, perçeyek ya operasyona mirovî ya ji aliyê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ve ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên hatine revandin, tê meşandin e. Heta îro ji 6 hezar 417 jinên hatine revandin, nêzîkî 3 hezar û 660 jin hatine rizgarkirin.
Tê payîn ku Reham Hecî Hemê, îro bigihîje Şengalê. Malbata wê û civaka xwecihî, vegera wê wek sembola berxwedana xwe û têkoşîna xwe ya li dijî sûcên DAIŞ’ê dibînin.