‘Rêber APO ji bo me welat û jiyan e’
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, çalakiyên ku sê salên xwe temam kirine, bi dewirgirtina koma 213’an û di roja xwe ya 1107’an de didome. Gelê Wargehê tekez dike ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebe, ew ê dawî li çalakiyên xwe neynin
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 1107’an de û bi dewirgirtina koma 213’an didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin, ji bo bîranîna cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 212’an Hesen Hilalî axaftinek kir.
'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'
Hesen Hilalî anî ziman ku ew wekî gelê Wargeha Mexmûrê heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê mîsogerkirin, ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Ev sê sal in li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyek hatiye destpêkirin. Em ji tevahiya cîhanê re diyar dikin ku, heta em Rêbertî bi fîzîkî di nava xwe de nebînin, em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em fedaiyên Rêber Apo ne. Rêber Apo ji bo me welat, cîhan û jiyan e. Em bang li tevahiya gelê Kurd û dostên wan dikin ku li dora Rêber Apo bibin xelekek ji agir û azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê mîsoger bikin.”
Piştî ku axaftin bi dawî bû, çalakî bi dewrkirina ji koma 213’an re bi dawî bû.