Rêveberiya Tevgerê : Bêyî çareserkirina statuya Rêber Apo pêvajoya aştiyê nayê meşandin

Rêveberiya Tevgerê derbarê nîqaşên qanûna nû de daxuyaniyek da. Daxuyanî bal dikşîne ser giringiya zimanê aştiyê, nîşandana Abdullah Ocalan wekî muzakerevanê sereke û diyarkirina qanûnek bingehîn ku bibe zemîna çareseriyê.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Tevgerê têkildarî çarçoveya qanûnî ya ku bêyî Meclîsê tê nîqaşkirin, daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser qonaxa nû ya li ser siberoja gelên Tirkiyeyê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê bi şêweyên cuda dewam dikin, lê belê nêzîkatiya heyî û agahiyên ji çavkaniyên vekirî gumanan çêdikin.

Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin ku: “Rêber Apo di hevdîtina 20'ê tîrmehê de destnîşan kiribû ku qanûna bê derxistin divê sivik, teng nebe, divê ne bi wî şêweyî be ku xizmetê ji siberojê re neke û li gorî hesasiyetên herdu aliyan bê amadekirin. Ji ber ku tê hêvîkirin ku ev qanûn ji bo bidawîkirina qutbûna sed salî ya navbera gelê Kurd û dewleta Tirk bibe gaveke girîng. Lewma girîng e qanûn xwedî wê taybetmendiyê be ku aştiyê ji xwe re bike armanc.”

‘Ziman û pênase divê li gorî armanca aştiyê bin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku aştî beriya her tiştî ji ziman destpê dike û ev tişt hatin gotin: “Ji bo rêxistineke ku xwe fesih kiriye û têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye, bikaranîna têgehên 'teror' û 'rêxistina terorê' ji destpêkê ve vê pêvajoyê dixe nava pirsgirêkan. Hîn ji destpêkê ve hesasiyet li ber çavan nayên girtin. Ji bo ku pêvajo bi pêş ve biçe, pêwîst e ziman, pênase û naverok bi temamî li gorî armanca wê bin.”

Her wiha hate gotin ku eger armanc ne mijûlkirin demaçareserî be, divê gavên tên avêtin jî maqûl û di cih de bin.

‘Divê statuya Rêber Apo diyar be û azadiya wî pêk were’

Tevgerê bal kişand ser rola bingehîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir: “Ji bo pêwîstiyên banga aştî û civaka demokratîk bi cih bên, divê Rêber Apo karibe bi rola xwe rabe. Ji bo vê yekê jî divê statuya Rêber Apo diyar be û azadiya wî pêk were. Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê û vê pêvajoyê bi xwe bi rê ve nebe, nepêkan e ku biryarên hatine girtin bi cih bên anîn.”

Di daxuyaniyê de hate bîrxistin ku di nîqaşên Îmraliyê û daxuyaniyên berê de jî hatiye qebûlkirin ku Rêber Apo muxatab û muzakerevanê sereke ye, her wiha divê wekî koordînatorê aştî û siyasîbûnê di qanûnê de cih bigire. Eger ev yek neyê çêkirin, wê li pêşiya pratîkbûnê bibe astengiyeke mezin.

Qanûna çarçoveyî û nêzîkatiya pêşerojê

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nîşandana pêvajoyê tenê di asta bêçekbûnê de li gorî ruhê demê nîne, û ev bang hat kirin: “Bilêvkirina qanûna kok ango ya çarçoveyê tê wê wateyê ku wê piştî vê qanûnê qanûnên din ên demokratîkbûnê jî bên derxistin. Eger ev yek bi zelalî bê diyarkirin, wê baweriya gelên Tirkiyeyê bi pêvajoyê rehet bibe û zêde bibe. Em ê nêzîkatiya xwe ya esasî piştî dîtina qanûnê diyar bikin; eger qanûn erênî be, em ê jî berpirsyariya xwe bi cih bînin.”