Rapora binpêkirinên Aborjînan: Di hemû qadan de newekheviyên mezin dijîn

Li Awustralyayê rapora ‘Dagirtina Valahiyê’ eşkere kir ku gelê Aborjîn di demên jiyankirin, rêjeya dîlkirinê, gihandina xizmetên tenduristiyê de newekheviyên mezin jiyîn.

Navenda Nûçeyan – Li Awustralyayê newekheviyên civakî û aborî yên li dijî Aborjînan didome. Di vê çarçoveyê de ji bo balkişandina li ser serpêhatiyên Aborjînan, raporek salane ya bi sernavê ‘Dagirtina Valahiyê’ hate weşandin. Rapora ku pêşkêşî Meclîsê hat kirin, newekheviyên ku Aborijîn di qadên wekî rêjeya dîlkirinê û gihandina xizmetên tenduristiyê de dijîn derxist holê.

Serokwezîr Anthony Albanese yê di pêşkêşkirina raporê ya li meclîsê de axivî, diyar kir ku ji 19 hedefên hatine diyarkirin, di 11’an de pêşkêtin hatiye tomarkirin, lê tenê 5 hedef li ber pêkanînê ne. Anthony Albanese, destnîşan kir pêwîst e ji bo derbaskirina bêedaletiyên di şert û mercên jiyanê yên gelê Aborijînan de gavên girîng werin avêtin û da zanîn ev mijar di rojeva hikûmetê de ye.

Aborijîn ji mirovên din ên Awustralyayê 8 sal kêmtir jiyan dikin

Li gorî hejmarên fermî, emrê Aborijînan li gorî mirovên din ên Awustralyayê 8 sal kêmtir e. Her wiha, rêjeya dîlkirina Aborijînan li gorî komên din 10 qat zêdetir e. Rêjeya jiyankirina zarokên Aborijînî yên di bin lênihêrînê de, bi awayekî balkêş zêde ye. Serokwezîr Anthony Albanese, diyar kir ku bi taybetî nexweşiya dil a romatîzmal a ji ber dermannekirina enfeksiyonên streptokok çêdibe jî, heta niha pir belav e.

Plana razemenî ya 843 milyon dolarî

Hikûmeta Awusturalyayê ragihand ku bi taybetî li Herêma Bakur ji bo baştirkirina xizmetên bingehîn ên civakên xwecihî yên hatine îzolekirin, dê razemeniyek mezin bike. Serokwezîr Anthony Albanese, ragihand ku wê di 6 salên pêş me de li van herêman 843 milyon dolarê Awustralya ango nêzî 513 milyon Euro razemenî bike. Anthony Albanese yê ku got, “Em encamên şênber bidest dixin, lê em dizanîn ku hîn rêyek dirêj li pêşiya me ye”, diyar kir ku di armanca xwe ya ji holê rakirina newekheviyên li dijî gelê Aborijînan de, bi biryar in.