Rageşiyên leşkerî didomin: Hejmara koçberên ji Îranê zêde bû
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku bi hevdemî zêdebûna êrîşên leşkerî yên DYAû Îsraîlê, dikare hejmara kesên ku ji Îranê hatine koçberkirin zêde bibe.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê tundiya pevçûnên leşkerî zêde dibe. Êrîşên DYA û Îsraîlê yên ku di 28’ê Sibatê de dest pê kirin, bûne sedem ku milyonan kes ji cihên xwe koçber bibin û ev rewş xetereya kûrbûna aloziya mirovane zêde dike
Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan (UNHCR) di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji destpêka şerê di 28’ê Sibatê de heta niha, li Îranê heta 3,2 milyon kes ji cihên xwe hatine koçberkirin.
Di daxuyaniyê de, bi referansa nirxandinên yekem ên ku li ser hejmara malbatên koçber bûne de wiha hat gotin: “Bi zêdebûna tundiya pevçûnan, ev hejmar bi berdewamî zêde dibe û ev yek nîşan dide ku pêdiviyên mirovane dikarin bi awayekî xemgîn zêde bibin.” Her wiha komîseriyê diyar kir ku ji destpêka êrîşên DYA-Îsraîlê li Îranê ve, li cihên cuda yên Rojhilata Navîn bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye.
Medyaya Îranê jî ragihand ku “di êrîşek li hember navçeyek Tehranê hate kirin de, bi kêmanî hezar û 270 kes hatine kuştin, ku di nav wan de 40 zarok jî hene.”
Balyozxaneya Îranê li Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku “hejmara sivîlên kuştî ji hezar û 300’î derbas kiriye.”