Welatiyên Baheyî bi rojan e di binçav de ne

Bi derketina şertên şer re, hejmarek zêde ya kesên ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de de hatibûn girtin, ji girtîgeha Kirmanê derketin. Lê belê Şakîla Qasimî jî di nav de nêzî 20 kes hê li girtîgehê tên ragirtin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine weşandin, li gel êrîşên dijwar ên Îsraîl-DYE li dijî Îranê, hejmarek zêde kesên ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatin binçavkirin, ji girtîgeha Kirman derketin. Lê belê Şakîla Qasimî jî di nav de nêzî 20 kes hê li girtîgehê tên ragirtin.

Li gorî rapora ku ji aliyê ÎranWire ve hatî weşandin, ji ber şertên şer her çend di rojên dawî de hinek girtî hatibin berdan jî, çar welatiyên Baheyî, Şakîla Qasimî, Peywend Naîmî, Edîb Şahbazpûr û Borna Naîmî, hê girtî ne û rayedar kefaleta ji bo wan qebûl nake.

Şakîla Qasimî di 4’ê Sibatê de ji aliyê Rêxistina Îstîxbarata Îranê ya Muhafizên Şoraşê ya Kirmanê ve hate binçavkirin. Tevî ku malbata wê gelek caran serlêdan kir, Şakîla Qasimî hê di bin çavdêriya saziya  ewlehiyê de tê girtin.