‘Qraliyeta Yekbûyî xwedî wê berpirsyariyê ye ku piştgiriyê bide Kurdan’
Ji Partiya Karker heta muhafezekaran zêdeyî 70 parlamenter û Lordan name ji Wezîra Karên Derve Yvette Cooper re şandin. Di nameyê de wiha hat gotin: “Qraliyeta Yekbûyî xwedî wê berpirsyariyê ye ku piştgiriyê bide Kurdên Sûriyeyê."
Navenda Nûçeyan – Ji partiyên siyasî yên li Îngilistan, Îrlanda Bakur, Wales û Skoçyayê yên Qraliyeta Yekbûyî zêdeyî 70 parlamenter, Lord û kesayetan têkildarî êrîşên li ser Rojava, fikar û daxwazan nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Yvette Cooper re şandin.
Ji Partiya Karker (Labour) a li desthilatdariyê, ji Muhafezekaran (Conservative) a muxalefeta bingehîn, Demokratên Lîberal, Plaid Cymru ya ji Walesê, Scottish National Party (SNP) a ji Skoçyayê, Partiya Keskan (Green Party), Democratic unionist Party (DUP) û Sinn Fein a ji Îrlanda Bakur gelek parlamenter û Lordan îmze avêtin bin nameyê.
‘Em ji ber rewşa ewlekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in’
Di nameyê de ji hikumetê hat xwestin ji bo Kurdan tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Parlamenter û Lordan gotin: "Ev welat minetdarê gelek jin û mêrên Kurd e ku bi salan li dijî terora DAIŞ'ê bi wêrekî li ber xwe dan. Gavên ku di vê dema zehmet de bên avêtin wê bibin bersiva herî kêm a vî deynê wan ê li me. Em weke koma ji parlamenter û Lordan a di ser partiyan re ji we re dinivîsînin; ji ber ku civaka Kurd bi gefeke mezin û tundiyê re rûbirû ye. Em ji ber rewşa ewlekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in ku bi lez nebaş dibe."
Di nameyê de hat ragihandin ku ji ber êrîşên li ser QSD'ê bi sedhezaran mirov koçber bûne û wiha hat gotin: "Çend rojên dawî, piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên cîhana rojava piştgiriya wan dike, hêzên girêdayî serokkomar Ahmed el-Şaraa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor û hêza xwe zêde kirin. Li gorî raporên cihê baweriyê, li ser sivîlan rîskeke cidî heye; rayedarên xwecihî diyar dikin ku zêdeyî 150 hezar kes ji cih û warê xwe bûne. Meqamên Sûriyeyê jî piştrast kirin ku li gel hişyariyên têkildarî cebilxaneyên neteqiyayî û mayînan bi hezaran sivîl ji herêmê reviyan."
Di nameyê de işaret bi êrîşên rêxistinên cîhadîst ên di lîsteya pêkanînan a Îngilistanê de ne yên li hemberî QSD'ê hat kirin û hat wiha hat gotin: "Vekişîna QSD'ê weke bersiva ji bo êrîşên hêzên Hikumeta Sûriyeyê ya yekser pêk hat; di nava van hêzan de yekîneyên yekser têkiliya xwe bi Heyet Tehrîr El Şam re heye, hene. Ev jî Tumena Hamza, Tumena Sûltan Mûrad û Tumena Sûltan Suleyman Şah e û ji ber rola van a di êrîşên li hemberî sivîlan de ketine ber rejîma pêkanînê ya Qraliyeta Yekbûyî."
Parlamenter û Lordên Qraliya Yekbûyî diyar kirin ku rîsk heye, tundiya heyî bêhtir zirarê bide sivîlên bêguneh û nifûsa Kurdan a xwecihî.
‘Paşeroja DAIŞ'ê û ewlekariya herêmî û neteweyî cihê fikaran e’
Di berdewama nameyê de îşaret bi vekişîna QSD'ê ji Kampa Holê hat kirin û wiha hat gotin: "Li vê kampê malbatên têkildarî DAIŞ'ê dihatin ragirtin û vekişîn ji ber bombebaranê û êrîşên hêzên Hikumeta Sûriyeyê pêk hat. Bi heman rengî QSD neçar ma xwe ji Kampa El Şeddadê jî vekişîne ku nêzî 2 hezar şervanên DAIŞ'ê lê dihatin ragirtin. Ev yek têkildarî paşeroja şervanên DAIŞ'ê û ewlekariya herêmî û neteweyî bû cihê fikaran."
‘Qraliyeta Yekbûyî xwedî wê berpirsyariyê ye ku piştgiriyê bide Kurdan’
Di nameyê de hat ragihandin ku Kurd yek ji mutefîkên herî xurt ên Qraliyeta Yekbûyî ye û wiha domiya: "Dema ku mirov biryardariya Kurdan a awarte ya ji bo têkbirina DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê li ber çavan bigre wê bê dîtin ku Qraliyeta Yekbûyî xwedî wê berpirsyariyê ye ku piştgiriyê bide Kurdan."
Di nameyê de hat destnîşankirin ku bûyerên diqewimin tenê bi daxuyaniyên têkildarî fikaran nikarin ji holê bên rakirin û hat gotin ku divê Qraliyeta Yekbûyî bi hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî re ji bo parastina gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çareseriyeke demdirêj û mayînde bersiveke bi lez bide û bi biryardarî vî karî koordîne bike.
Parlamenter û Lordan ev daxwaz kirin:
Li hemberî tundiya li ser sivîlan divê sekneke zelal bê nîşandan û piştgirî ji çareseriyeke siyasî ya demdirêj re bê dayîn ku hurmetê nîşanî mafên kêmarên li Sûriyeyê dide.
Nirxandina bicihanîna pêkanînên li ser kes û saziyên ji tundiya li hemberî sivîlan berpirsyar in.
Ji bo pêşîgirtina bilindbûna rageşiya leşkerî û ji bo parastina sivîlan bi hevalbendên herêmî û navneteweyî re hewldanên dîplomatîk bên zêdekirin.
Divê alîkariya mirovî ya têrker ji civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê şandin û ev alîkarî bi rengekî ewle radestî herêmê bê kirin."
Parlamenter û Lordên ku nameyê îmze kirine ev in:
Partiya Karker (Labour Party)
Luke Akehurst MP
Dr Rosena Allin-Khan MP
Dr Scott Arthur MP
Richard Baker MP
Alex Ballinger MP
Chris Bloore MP
Dawn Butler MP
Maureen Burke MP
Ruth Cadbury MP
Sarah Champion MP
Bambos Charalambous MP
Feryal Clark MP
Dr Beccy Cooper MP
Stella Creasy MP
Jim Dickson MP
Mary Kelly Foy MP
Daniel Francis MP
Terry Jermy MP
Kim Johnson MP
Peter Lamb MP
Siobhain McDonagh MP
John McDonnell MP
Navendu Mishra MP
Grahame Morris MP
Chi Onwurah MP
Kate Osborne MP
Toby Perkins MP
Marie Rimmer MP
Oliver Ryan MP
Sarah Smith MP
Alex Sobel MP
Kirsteen Sullivan MP
Henry Tufnell MP
Derek Twigg MP
Chris Webb MP
Nadia Whittome MP
Sean Woodcock MP
Muhafazakâr Parti (Conservative Party)
Gavin Williamson MP
Liberal Demokratlar (Liberal Democrats)
Daisy Cooper MP
Steve Darling MP
Andrew George MP
Ian Sollom MP
Yeşiller Partisi (Green Party)
Sian Berry MP
Carla Denyer MP
Adrian Ramsey MP
Baroness Bennett of Manor Castle
Baroness Jones of Moulsecoomb
İskoç Ulusal Partisi (SNP)
Chris Law MP
Noah Law MP
Plaid Cymru
Ben Lake MP
Llinos Medi MP
Liz Saville Roberts MP
Demokratik Birlik Partisi (DUP)
Jim Shannon MP
Baroness Foster of Aghadrumsee
Lord Elliott of Mickle Fell
Sinn Féin
Brendan O’Hara MP
Lordlar Kamarası üyeleri
Lord Alton of Liverpool
Baroness Carberry
Lord Cashman
Lord Doyle
Baroness Goudie
Lord Hain
Lord Hendy
Lord Khan of Burnley
Lord Kinnock
Lord Mann
Lord Moraes
Lord Moynihan
Lord Ranger
Lord Singh of Wimbledon