Di dosyaya Rojîn Kabaîş de piştî 19 mehan daxwazek nû

Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 19 meh derbas bûn. Malbata ku bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtin kir, xwest di çarçoveya lêpirsînê de careke din mînakên DNA’yê bên girtin.

Navenda Nûçeyan – Di ser lêpirsîna derheqê mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê re 19 meh derbas bûn û malbatê ji bo ronîkirina bûyerê daxwazên nû kir. Malbatê, bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtin kir û xwest ji hin kesan mînakên DNA’yê bên girtin.

Hevdîtinek krîtîk bi Wezîrê Dadê re

Malbata Rojîn Kabaîş, çen roj berê bi Akin Gurlek re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de hate gotin ku kesê li ser medyaya dijîtal gef li malbatê xwarî li derveyî welat hatiye girtin.  

Di hevdîtinê de endamên malbatê ji Akin Gurlek xwestin ku mînakên DNA’yê yên rektorê zanîngehê û hinek xizmên wî jî bên girtin. Malbatê, da zanîn ku tevî di ser bûyerê re ewqas dem derbas bûye jî di dosyayê de hêj encamekî zelal nehatiye bidestxistin. Bavê Rojîn Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku ev demek dirêj e li bendê ne û têkildarî pirsa aqûbeta keça wî tu bersiveke şênber li ber destê wan nîne. Nîzamettîn Kabaîş pirsa pêşneketina dosyayê kir û got ku tên mexdûrkirin. 

Ji bo lêkolînê dê telefonê bişînin Çînê

Nîzamettîn Kabaîş, destnîşan kir ku di çarçoveya lêpirsîne de DNA’yên du mêr hatine tesbîtkirin û vê rewşê jî bandoreke mezin li ser wan kiriye. Nîzamettîn Kabaîş, got ku şîfreya telefona keça wî nehatiye vekirin û dê telefon ji bo lêkolînê ji Çînê re bê şandin. Malbatê, got ku belge dereng hatine lêkolînkirin û xwestin hemû gumanên di dosyayê de bên ronîkirin û berpirsyar bên tesbîtkirin.