Lehiyên kujer: Karesatek xwezayî ye an jî krîza rêveberiya Efganistanê ye?
Bi her baranê re Efganistan dîsa şînê digre, lê hê ev pirs li holê ye; gelo ya ku dikuje, xweza ye an sersarî û kêmaniya rêvaberiyê ye?
BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Bi destpêka sala nû re, li piraniya bajarên Efganistanê baranên li pey hev hatin dîtin. Ev baran, li gelek herêman rê li ber windakirina bi dehan mirov, jin, zarok û extiyaran vekir.
Li gel guherîna avhewaya dinyayê, welatên ku di nava xizanî û bêderfetiyan de ne, zêdetir zirarê dibînin. Zivistana borî, ji ber qirêjiya hewayê ku piranî ji ber bikaranîna sotemeniyên nebaş çêbûye, li bajarên mezin ên Efganistanê bi sedan kes mirin. Tekane rêya paqijkirina vê qirêjiyê barîna baran û berfê ye. Lê belê nebarîna baran û berfê, li Efganistanê rê li ber xelaya avê û hişkesaliyê vedike. Ji destpêka salê heta niha barana ku çend hefteyan dom kirî, bi taybetî Kabîla ku nifûsa Efganistanê lê herî zêde di nav de, li gelek bajaran bû sedema bilindbûna asta avê. Rêveberiya Kabîlê jî ragihand ku asta avê ya bendavên li hinek herêman zêde bûye.
Rêveberiyê ji bo kontrolkirinê ti gav neavêt

Zivistana borî, li Kabîlê û hinek bajaran tenê du sê caran baranek hêdî hat û ev jî têra têkbirina xelaya avê nekir. Her wiha rêveberiya li Efganistanê ji bo kontrolkirina van avan an jî depokirinê ti gavek bi bandor neavêt. Ji ber vê yekê dîsa gelê Efganistanê û bi taybetî jin û zarok bedêl didin.
Sedemên lehiyên li Efganistanê cûrbecûr in. Yek ji van sedeman xwezaya welat a çiyayî ye, ji çaran sêyê xakê wê ji çiyayan pêk tê û tenê ji sedan 20-25’ê wê deşt e. Ji ber vê yekê li gelek bajaran, heta li Kabîlê, mirov li qadên çiyayî dijîn.
Avahî li gorî standartan nayên çêkirin
Avahiyên ku li gelemperî Efgansitanê tên avakirin ne li gorî standartan in. Bi taybetî avahiyên ku li nêzî etekên çiyayên bilind dibin, ne li gorî ti standartên înşaatan in. Piraniya van malan li kêleka lêhiyê cih digrin û ev rewş jî rê li ber hilweşînan vedike.
Sedemek din jî ew e ku di bîst salên borî de, her çend li hin bajaran avahî bi malzemeyên baştir hatine çêkirin jî, tu deman di çêkirina van avahiyan a li dijî karesatên xwezayî û mirovî de hinek tişt li berçav nehate girtin.
Berê li qadên bicihbûnê, pîvanek ku destûr nedida avahiyek ji sê qatan bilintir were çêkirin hebû. Lê belê di dema 20 salan a rêveberiya gendelî û mafya de, blokên ku ji gelek daîre û qatan pêk tên hatin avakirin. Malzemeyên ku di van avahiyan de dihatin bikaranîn gelek bê kalîte bûn.
Li gorî hinek pisporan, li Kabîlê û hinek bajaran ger tundiya erdhejê bighê 8’an dibe ku ev bajar vegere xirbeyan û felaketek bi xwîn. Tevî vê jî, mudaxeleya avakirina avahiyên ji derveyî standartan nehate kirin û ev pêvajo heta roja meya îro dom kir.
Efganistan çiyayî ye

Li Efganistanê gund û cihên dûr jî tenê hejmarek gelek kêm avahî bi malzemeyên hê qayîmtir hatine çêkirin. Gel ji ber malyeta zêde ya malzemeyên înşaatê, nikarin avahiyên li gorî standartan ava bikin û hemû nifş di avahiyên ku mîras mayîn de dijîn. Ev avahî piranî bi ax û daran hatiye çêkirin û li dijî lêhiyan bê parastin e. Di dema lêhiyê de, mirov ne tenê avahî û malan, hezkiriyên xwe jî winda dikin.
Ji ber Efganistan çiyayî ye, ev jî bûye sedema zêdebûna lehiyê, li gelek herêmên welat erdhej çêbe û baran dibe sedemê hezê. Wek berê hatî diyarkirin, bajarên mezin jî di nav de, avahî ji derveyî standartan tên avakirin. Beşek ji van avahiyan li ser tepeyên axê cih digrin û ev jî xeteriya hezazê zêde dike.
Efganistan tevî welatek xizan ê dinyayê ye, çiyayên ku ber bi esîmanan ve bilind dibe, tenê bi avakirina xeteriya erdhej, hezaz û lêhiyan sînordar nabe, di heman demê de madenên bi nirx jî digre nava xwe. Ger rêveberiyek neteweyî û demokratîk hebûya, dikarim bibêjim wê Efganistan biriba xwedî potansiyela vegere yek ji welatên herî dewlend.
Baran û berf bû sedemê lehiyan û gelek kes mirin
Hemû rêveberiyên ku ev êzî 40 salan e hatine ser desthilata Efganistanê, ji derveyî şer, komkujî û hilweşîn, çavkanî û madenên welat bi awayên cûda talan kirine.
Di çar salên dawî yên rêveberiya Talîbanê de, asta van talanan ji yên din ne kêmtir e. Di raporên demên pêş de, derbarê madenên li Efganistanê û hûrgîliyên ku çawa ev talan kirine dê agahî werin pêşkêşkirin.
Li gorî raporan, di çend hefteyên dawî de, li piranî bajarên Efganistanê, baran û berf bê navber barîn û ev rewş ji bû sedema lehiyên nû. Di encamê de wek her demê windahiyên herî mezin ên canî û malî beşên xizan jiyan kirin. Li gorî daneyan, di nav de jin û zarok, nêzî 51 kes mirine,116 kes birîndar bûne. Her wiha ji ber avahiyên ne li gorî standartan, hinek kes di encama hilweşîna avahiyan de jiyana xwe ji dest dane.
Bi giştî rewşa ku gelê Efganistanê îro rûbirûye, ne tenê encama karesatên xwezayî ye, di heman demê de encama xizanî, kêmaniya rêveberiya bibandor, avakirinên ne li gorî standartan û sersariya deh salên dawî ye. Heta ku rêveberiya avê, di mijara kontrolkirina çavkaniyên xwezayî û bînesaziyên qayîm de gavên cidî navêjin, wê ev mirin û zivrîneka hilweşînê bidome û wek her demê bedelên herî mezin wê mirovên ji rêzê, bi taybet jin û zarok bidin.