‘Qamçiya li bedena Mehdî ket li hemû jinên berxwedêr ên Îranê ket’
Hunermend Mehdî Yarrahî yê li Îranê sergirtina bi zorê rexne kir û stran li ser çêkir, 74 car hat qamçîkirin. Aktivîsta Îranê Nergîs Muhammedî ceza rexne kir û got: “Qamçiyên li bedena Mehdî ketin, li hemû jinên serhildêr ketine.”

Navenda Nûçeyan - Stranbej Mehdî Yarrahî yê Îranê ji ber bi strana ku çêkir ferzkirina sergirtinê rexne kir, 74 car hat qamçîkirin. Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê rojnameger û aktivîst Nergîs Muhemmedî got: “Cezayê qamçiyê yê li Mehdî Yarrahî hatiye birîn, ji bo tolgirtina ji ber piştgiriya ji jinên Îranê re, hatiye bicihanîn. Qamçiyên li bedena Mehdî ketin, li ruhê şanaz, jinên berxwedêr û tevgera ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi pêş ket hatin xistin.”
Strana stranbêjê Îranê Mehdî Yarrahî ku tê de sergirtina bi zorê rexne dike di Tebaxa 2023’yan de hatibû weşandin û wê demê hatibû binçavkirin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê du sal û heşt meh ceza li Yarrahî birîbû. Stranbêjê 42 salî piştî salek di girtîgehê de ma, cezayê mayî veguherandibûn 74 derbên qamçiyê û pere.
Parêzera wî Zehra Minouî duh ji ser hesabê xwe X’yê ragihand ku cezayê qamçiyê hatiye înfazkirin.