Banga beşdariya ji bo 7’emîn Pêşbirka Şehîd Denîz Firat

Şînda Bulut ku Berdevka Komîteya Amadekar a 7’emîn pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênekêşan a Şehîd Deniz Firat e, bang li hemû kedkarên pênûs û kamerayan kir ku bi berhemên xwe beşdarî pêşbirkê bibin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Di nava dîroka çapemeniya azad de, mîrateya ku nemiran li pey xwe hiştiye, bi pênûs, reng û hestê azadiyê zindî tê hiştin û domandin. Li ser vê bingehê, li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve, ji bo bîranîn û berdewamkirina mîrateya ku cangorî Denîz Firat li pey xwe hiştiye, her du salan carek pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênekêşan a Şehîd Denîz Firat tê lidarxistin.

Serlêdan heta dawiya Hezîranê didomin

 Îsal jî bi heman armancê, 7’emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênekêşan a Şehîd Denîz Firat di 25’ê Nîsana 2026’an de dest pê kir. Serlêdanên ku di 25’ê Nîsanê de dest pê kirine, dê heta dawiya meha Hezîranê berdewam bikin. Ev pêşbirka ku çand, huner û rojnamevaniyê di hundirê xwe de dighîne hev, îsal diyariyî cangoriyên têkoşîna azadiyê, Rohat Rover, Ziyad Heleb û Denîz Çiya hat kirin.

Berdevka Komîteya Amadekar a pêşbirkê Şînda Bulut, têkildarî xebatên amadekariyê, şert û mercên beşdarbûnê ji ajansa me re axivî. Şînda Bulut diyar kir ku bi qasî du mehan e bi awayekî aktîf amadekariyan dikin.

‘Ya ji bo me girîng manewiyeta berheman e’

Şînda Bulut, destnîşan kir ku ji ber şandina berheman a ji derve, ew xebatên xwe piranî li ser medyaya dîjîtal dimeşînin û wiha bal kişand ser parastina reseniyê: “Pêşbirka me li ser sê bingehên wekî wêne, çîrok û helbestê ye. Kesên ku bi van berheman beşdar dibin, pêwîst e ew berhem a wan bixwe be û divê ne bi hişê çêkirî (AI) hatibe amadekirin. Ango kesê ku di beşa wêneyan de beşdar dibe, divê bi ti şêweyî fîltre bi kar neanîbe. Ya ji bo me girîng manewiyet û temsîliyeta ku berhem dikin e. Pêşbirk her du salan carekê tê lidarxistin û her carê diyariyî şehîdan tê kirin. Ji hemû aliyên Kurdistanê kes dikarin bi zimanê Kurdî (Kurmancî, Soranî, Zazakî), Tirkî, Erebî û Farisî tevlî bibin.”

‘Armanca pêşbirkê şopandina riya şehîdan e’

Şînda Bulut, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kesayetiya Denîz Firat û wekî bangawaziya beşdarbûna pêşbirkê jî ev tişt anî ziman: “Heval Denîz ji bo ku hunera wargehê pêş bixe, gelek xebat meşandin. Ew zarokeke wargehê û miroveke pir hêja bû. Ji bo wê yekê em vê pêşbirkê lidar dixin. Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku hunerên di dilê xwe de, yên ku evîna welatê xwe tê de didin xuyakirin, pêşkêşî pêşbirkê bikin. Her wiha ji bo berdewamkirina şopa heval Denîz, em bang li zarok û ciwanên wargehê jî dikin ku beşdarî pêşbirkê bibin.”

Navnîşanên Pêşbirkê:

Gmail: [email protected]

Facebook & Instagram: pesbirka.s.denizfirat

X (Twitter): DFirat13482

WhatsApp: +9647885483068