Li Mexrîbê jin di warê serokatiya siyasî û rûbirûbûna tundiya dîjîtal de tên perwerdekirin

Koordînatora neteweyî ya Komeleya Demokratîk a Jinên Mexrîbê Xedîce El-Rabah, piştrast kir ku ji nîqaşa pêşnûmeya qanûna organîk a Meclîsa Nûneran di Tebaxa 2025’an de, komele di pêvajoyek parêzvaniyê de ye.

Mexrîb – Dar El-Beydaa şahidiya bidawîhatina komxebata perwerdehiyê ya neteweyî ku ji aliyê Komeleya Demokratîk a Jinên mexrîbê ve di çarçoveya bernameya ‘Beşdarbûn’ de hatibû organîzekirin, kir. Koordînatora neteweyî ya Komeleya Demokratîk a Jinên Mexrîbê Xedîce El-Rabaa banga xurtkirina beşdariya siyasî ya jinan bi rêya derbasbûna ji qonaxa parêzvaniyê bo piştgiriya rêberên jin a di nav partiyan de kir. Her wiha tekez kir ku hêzdarkirina jinan bi riya amûrên serokatiyê û ragihandina dîjîtal a ji bo amadekariyên hilbijartinên pêş de, bûye pêdiviyek.

Komeleya Demokratîk a Jinên Mexrîbê, bi hevkariya Wezareta Hevgirtinê, Entegrasyona Civakî û Malbatê, duh, li Dar El-Beydaayê komxebata perwerdehiyê ya neteweyî ku di çarçoveya bernameya ‘Beşdarbûnê’ de hatibû organîzekirin, bi dawî kir. Komeleyê armanc dikir ku zêdetirî 700 jin û jinên ciwan ji herêmên cûda yên Padîşahiyê perwerde bike, da ku hebûna jinan di jiyana siyasî û cihê biryardanê de ji bo amadekariya hilbijartinên pêş de zêde bike.

‘Divê jin bi amûrên serokatiyê û ragihandina siyasî bên dabînkirin’

Çalakiyên roja duyemîn li ser peydakirina beşdaran a bi amûrên serokatiyê û ragihandina siyasî û dîjîtal,  her wiha hêzdarkirina wan bi jêhatiyên rûbirûbûna tundiya siyasî û êrîşên sîber, di siya veguherînên ku qada dîjîtal kiriye qadeke girîng ji bo ragihandina siyasî û seferberiya hilbijartinê, rawestiya. Di Komxebatê de têgeha serokatiya jinan wek celebek serokatiyê ku li ser bingeha xebata tîmê û vekirîbûna ji bo pirsgirêkên civakî ye, ku dikare beşdarî pêşxistina polîtîkayên giştî yên ku bêtir bersivê didin hêviyên welatiyan, hat nîqaşkirin.

Ji ber rîskên zêde yên têkildarî bikaranîna qada dîjîtal, komxebatan cih dan mijara birêvebirina krîzên dîjîtal û êrîşên dijber. Her wiha balkişandin ser rêbazên çareserkirina kampanyayên reşkirinê, agahdariya çewt û tacîza sîber a ku jinan di dema kampanyayên hilbijartinê de hedef digre û baştirkirina ewlehiya sîber, parastina daneyên kesane û ewlekirina hesabên dîjîtal.

Aktîvkirina prensîba wekheviyê û têkoşîna li dijî tundiya siyasî

Koordînatora neteweyî ya Komeleya Demokratîk a Jinên Mexrîbê Xedîce El-Rabah, piştrast kir ku ji nîqaşa pêşnûmeya qanûna organîk a Meclîsa Nûneran di Tebaxa 2025’an de, komele di pêvajoyek parêzvaniyê de ye. Xedîce got ku armanc dike beşdariya siyasî ya jinan bi rêya nirxandina bandora qanûnên hilbijartinê, aktîvkirina prensîba wekheviyê û têkoşîna li dijî tundiya siyasî, di nav de tundiya dîjîtal, xurt bike.

Xedîce zêde kir ku bernameya ‘Beşdarbûn’ gaveke duyemîn di vê rêyê de temsîl dike, ji ber ku armanc dike jinên ku li ber beşdarbûna hilbijartinan in bi amûrên pêwîst ên ji bo birêvebirina kampanyayên hilbijartinê û gihandina peyamên xwe yên siyasî bi rêya medyaya kevneşopî û dîjîtal hêzdar bike.