Platforma dîjîtal a nû ‘SosyoDîrok’ dest bi weşanê kir

Platforma “SosyoDîrok” ku dîrok, sosyolojî û felsefeyê tîne ba hev, bi rêya malpera sosyotarih.com’ê dest bi weşana xwe kir. Platform armanc dike ku li dijî vegotina dîroka fermî, perspektîfeke alternatîf û bîra civakî bixe navenda dîroknasiyê.

Navenda Nûçeyan – Platforma dîjîtal a nû ‘SosyoDîrok’ ku dîrok, sosyolojî û felsefeyê tîne ba hev, dest bi weşana xwe kir. Platform li ser malpera sosyotarih.com bi rêya dîmen, podcast, gotar û naverokên cihêreng ên dîjîtal berhemên xwe diweşîne û armanc dike ku li hemberî vegotina dîroka fermî, perspektîfeke alternatîf pêş bixe.

Platform, li dijî vebêjiya dîroka fermî ya dewlet-navend, tekdeng û asîmîlasyonê hedef dike ku bîra civakî, jiyana rojane û ezmûnên ku hatine veşartin bixe navenda têgihîştina dîrokê. Di vî warî de ne tenê rûdanên siyasî, lê belê bîra civakan, berhemên çandî û têkiliyên civakî jî wekî hêmanên bingehîn ên dîroknasiyê dinirxîne.

Nêzîkatiyeke rexneyî û hevgirtina disiplînan

Sosyodîrok, nêzîkatiyeke rexneyî nîşanî dabeşkirina navbera disiplînên zanistên civakî dide. Platform tekez dike ku dîrok, sosyolojî û felsefe nikarin ji hev cuda werin girtin û diyar dike ku ew armanc dikin bi rêya tora dîjîtal, di navbera van qadan de zemînekî nû yê nîqaşê ava bikin.

Yek ji sedemên derketina platformê jî balkişandina ser valahiya navbera vebêjiyên fermî û bîra civakî de ye. Armanca Sosyodîrok ew e ku wan ezmûnên civakî yên ku di pirtûkxane, arşîv û çavkaniyên dîjîtal de veşartî mane, belge bike her wiha nirxên giranbiha û bîranînên cihêreng bide xuyakirin.

Di cîhana dîjîtal de bîra civakî

Platform weşanên xwe li gorî şêwazên vebêjiya serdema dîjîtal amade dike. Li gel naverokên bi dîmen û podcastan, cih dide nivîs û gotarên ku bingehê her naverokê pêk tînin. Bi vî rengî, li kêleka naverokên dîtbarî, tê armanc kirin ku lêkolîn û berhemên nivîskî jî bibin çavkaniyeke mayînde.

Ji bo derbaskirina sansorê bikaranîna mejiyê çêker

Platform destnîşan dike ku di hin vebêjiyên dîtbarî de feydeyê ji teknolojiyên mejiyê çêker (AI) jî wergirtiye û diyar dike ku ev yek ji bo derbaskirina sansor, sînordarkirinên algorîtmî û astengiyên di qada îfadekirinê de, wekî rêbazekê hatiye hilbijartin. Di dema pêş de jî tê payîn ku platform bi formatên cihêreng ên naverokan hîn dewlemendtir bikeve weşanê de.

Sosyodîrok, bi vê nêzîkatiyê ku bîra dîrokî ne tenê ji arşîvên dewletê, lê belê ji ezmûn, vegotinên devkî û pratîkên jiyana rojane ya civakan jî dikare were xwendin. Armanc dike ku weşanên xwe yên dîjîtal berdewam bike.