Piştî 16 rojan girtiyên Qizilhesarê greva birçîbûnê bi dawî kirin

Li Îranê, greva birçîbûnê ya ji aliyê zêdetirî hezar û 500 girtiyan ve 16 rojan dewam kir, piştî soza rawestandina demkî ya darvekirinan, bi dawî bû. Girtiyan ragihandin ku ger sozên hatine dayîn neyên bicîhanîn, ew ê ji nû ve dest bi çalakiyê bikin.

Navenda Nûçeyan – 16 rojin li girtîgeha QizilHesarê ya Keracê ya Îranê girtî di greva birçîbûnê de ne. Ev greva ku di 13’ê Tîrmehê de bi daxwaza rawestandina darvekirinan li girtîgehê dest pê kiriye, piştî ku rêveberiya girtîgehê û rayedarên dadwerî soza rawestandina demkî ya darvekirinan dan, bi dawî bû. Lê belê, girtiyên di girtîgeha ku bi salan e bi darvekirin, binpêkirinên mafên mirovan û xwepêşandanan tê rojevê, ragihandin ku ger daxwazên wan neyên bicihanîn, ew ê çalakiyên xwe ji nû ve bidin destpêkirin.

Zêdetirî hezar û 500 girtiyên Qawîşa 2’an a girtîgeha QizilHesarê piştî darvekirina Behruz Ehsan û Mehdî Hasanî ya di 13’ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan daxwaza bidawîanîna hucreya yekkesî, rawestandina darvekirinan û bidawîanîna binpêkirinên mafên mirovan a li girtîgehê kirin. Çalakiya ku nêzî 16 rojan berdewam kir, piştî danûstandinên bi rayedarên girtîgehê û nûnerên dadwerî re hate rawestandin.

Yek ji girtîgehên herî xirab ên Îranê Qizil Hesar e ku wekî yek ji girtîgehên herî tund ji aliyê cezayan ve li Îranê tê zanîn, bi taybetî ji bo girtin û darvekirina girtiyên ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn derdikeve pêş. Girtîgeh, bi salan e bi binpêkirina mafên mirovan, muameleya xirab û xwepêşandanên girseyî tê rojevê.

Di Adara 2011’an de piştî lezkirina darvekirina gelek girtiyên ku bi sûcên madeyên hişber hatine mehkûmkirin, li girtîgehê xwepêşandanên berfireh dest pê kirin. Çalakiya girtiyên ku daxwaza rawestandina darvekirinan kirin, di demekî kurt de veguherî serhildanekê. Li gorî hejmarên fermî, di encama destwerdana hêzên ewlehiyê yên Îranê de 14 girtî jiyana xwe ji dest dan û 150 girtî jî birîndar bûn. Şahidên bûyerê jî ragihandin ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir e.

Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’

Piştî ji nû ve lezbûna darvekirinan a li girtîgehê, girtiyên siyasî di Adara 2024’an de Kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ dest pê kirin. Grevên birçîbûnê û xwepêşandanên ku her Sêşemê têne lidarxistin, di demekê kurt de li girtîgehên din ên Îranê belav bûn.

Di Tîrmeha 2025’an de, darvekirina Behrûz Ehsan û Mehdî Hesenî ku tê îdiakirin bi Rêxistina Mucahidînên Gel (MEK) ve girêdayî ne, li Qizil Hesarê xwepêşandanên nû dan destpêkirin. Li gorî raporên raportorên Neteweyên Yekbûyî, her du girtî beriya darvekirinê ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin, bi çavên girtî birine hucreya yekkesî û destûr nehatiye dayîn ku cara dawî bi malbatên xwe re hevdîtin bikin.

Girtiyan lêvên xwe dirûtin

Di sala 2026’an de piştî ji nû ve lezbûna darvekirinan, bi hezaran girtiyan di 13’ê Tîrmehê de ji nû ve dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ku bi dirûşmeyên wekî "Na ji darvekirinê re" çalakiya rûniştinê li dar xistin, diyar kirin ku ew nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û mafên wan li girtîgehê her ku diçe tên sînordarkirin. Hate diyarkirin ku di dema xwepêşandanê de hinek girtiyan bi armanca protestokirinê, lêvên xwe dirûtin.

Greva birçîbûnê hat rawestandin

Li gorî rêxistina mafên mirovan HRANA’yê, rayedarên girtîgehê û berpirsên dadweriyê soz dan ku ew ê dosyayên girtiyên ji ber sûcên madeya hişbir cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn binirxînin û di vê pêvajoyê de darvekirinan rawestînin. Piştî vê yekê, girtiyan di 28’ê Tîrmehê de greva birçîbûnê bi dawî kirin.

Lê belê HRANA’yê ragihand ku grev bi tevahî bi dawî nebûye; girtiyan çalakî rawestandiye û li gorî pêkanîna sozan a rayedaran dê ji nû ve biryar bigirin.