Li Cezayîrê Xalîde Bufdiş bû yekem jina seroka parlamentoyê

Di bin siya kêmbûna nûnertiya jinan a li meclîsê de, Dr. Xalîde Bufdişê bi girtina 302 dengan astengên siyasî şikandin û bû yekem jina ku erka serokatiya Meclîsa Gel a Neteweyî ya Cezayîrê girt.

Cezayîr – Nûnertiya jinan di salên dawî de di hiyerarşiya dewleta Cezayîrê de, bûye mijareke ku her diçe zêdetir tê nîqaşkirin û daxwazên hebûna jinan di pozîsyonên biryardayînê de zêde dibin. Pispor diyar dikin ku ji bo gihîştina vê armancê ya temînata beşdariyek berfireh û bi bandortir reformên siyasî û îdarî hewce dike.

Roja Sêşemê, 28’ê Tîrmehê, Dr. Xalîde Bufdiş bi fermî ji bo dehemîn dema zagondanînê wek Seroka Meclîsa Gel a Neteweyî hat hilbijartin û di dîroka Cezayîrê de bû yekem jina ku vê peywirê girtiye. Her çendî ev bûyer di pêvajoya bihêzkirina jinan giraniyek sembolîk digre jî ev derketina qanûnî bi veguherîna rastiyek berbiçav ku nûnertiya jinan di peywirên sereke yên wezîran de misoger bike ve dê wek gavek kêm bimîne.

302 deng girt

Xalîde Bufdiş di rûniştina vekirina dema dehemîn a zagondanînê de, piştî erêkirina rapora Komîteya Verastkirina Endametiyê û pêkanîna prosedurên destûrî ku ji hêla endamê herî extiyar ê parlamentoyê ve hat erêkirin weke Seroka Meclîsa Gel a Neteweyî hat hilbijartin. Rêveberiya demkî, li gorî kevneşopiya heyî û qanûnên heyî, rêveberiya dengdan û dengdana veşartî ji bo hilbijartina Serokê Meclîsa Jêrîn a parlamentoyê girt ser xwe.

Pêşbirka serokatiya Meclîsa Gel a Neteweyî di navbera sê namzedan ji Eniya Rizgariya Neteweyî (FLN) Xalîde Bufdiş, ji Tevgera Civaka Aştiyê (MSP), Amîne Allouche û ji Yekîtiya Çand û Demokrasiyê (RCD) Rachid Hassanî pêk hat. Li gorî hejmartina fermî ya dengan, Xalîde Bufdiş 302 deng, Amîne Allouche 57 deng û Rachid Hassanî tenê 7 deng girt.

Li benda serkeftina Xalîde Bufdiş bû, ji ber vê yekê ne ecêb bû; ev rewş di serî de bi piştgiriya namzediya wê ya ji bo Serokatiya Parlamentoyê ji aliyê serokên komên parlamentoyê yên partiyên piranî, di serî de FLN, RND, Eniya Pêşerojê û Tevgera Avakirina Neteweyî û her wiha parlamenterên serbixwe û parlamenterên ji Partiya Dengê Gel re hemxwest bû.

Di nûnertiya jinan de tabloya bi nakok

Her çendî hilbijartina Xalîde Bufdiş weke yekem jina seroka Meclîsa Gel a Neteweyî û gihîştina pozîsyoneke girîng di hiyerarşiya dewletê de encamên wê yên siyasî yên girîng hebin jî ev gav ji bo tevgera berfirehtir a ber bi bihêzkirina jinan ve têkoşîneke rast temsîl dike.

Bilindbûna wê ji bo lûtkeya meclîsa jêrîn di demeke ku nûnertiya jinan di parlamentoyê de pir kêm bûye de pêk hat. Ji 407 kursiyan tenê 25 ê nûnertiya jinan e. Ev yek cudahiya di navbera hêviyên siyasî û encamên rast ên hilbijartinê de nîşan dide.

Kesên ku bi karûbarên parlamentoyê re eleqedar dibin, vê kêmbûna statîstîkî ya nûnertiya  jinan bi rakirina pergala kota û pejirandina pergala lîsteyên vekirî û nûnertiya rêjeyî di qanûna hilbijartinê ya nû de ve girêdidin; vê yekê rasterast namzedên jin bi çanda hilbijartinê ya kevneşopî re rû bi rû hiştiye.

Seroka nû yê parlamentoyê kî ye?

Dr. Xalîde Bufdiş ku di sala 1982’an de ji dayîk bûye, perwerdeya bijîşkî ya giştî wergirtiye û di sala 2008’an de ji Zanîngeha Cezayîrê mezûn bûye. Piştre perwerdeya xwe ya pisporiyê berdewam kiriye û di sala 2019’an de dîplomeya di warê alerjî û îmmunolojiya klînîkî de girtiye.

Li Nexweşxaneya Ain Taya dest bi pîşeya xwe kir û piştre li Navenda Nexweşxaneya Zanîngeha Beni Messous ezmûnek berfireh a bijîşkî û meydanî bi dest xist. Vê ezmûnê piştre wisa kir ku di qada tenduristiyê de rolên îdarî û berpirsiyariyên mezintir bigre ser xwe. Di sala 2023’an de, bû seroka beşa Parêzgeha Tenduristiyê ya Cezayîrê, bi yekkirina pratîka bijîşkî û çavdêriya îdarî di qada tenduristiyê de aliyekî nû li ezmûna xwe ya pîşeyî zêde kir.

Ji bilî pîşeya xwe, beşdarî jiyana siyasî û herêmî bûye; piştî ji sala 2012’an heta 2017’an weke endama Meclîsa Gel a Şaredariya Bordj El Bahrî xebitî, di sala 2021’an de ji bo Meclîsa Gel a Parêzgeha Cezayîrê hat hilbijartin. Her wiha bi xizmeta di gelek deste û rêxistinên têkildarî qada tenduristiyê de ezmûna xwe ya di rêveberî û karûbarên giştî de zêde kiriye.

Xalîde Bufdiş li ser asta partiyê, endama Eniya Rizgariya Neteweyî (FLN) ye û di Komîteya Navendî ya partiyê de kar dike. Ew her wiha serokatiya Komîteya Jinan li parêzgeha Dar El Beydayê dike, beşdarî organîzekirina çalakiyên jinan û pêşxistina beşdariya wan di jiyana siyasî û rêxistinî de bi sûd e.

Ji bilî berpirsiyariyên xwe yên bijîşkî, îdarî û siyasî, di gelek rêxistinên zanistî û pîşeyî de jî çalak e û pabendbûna xwe ya ji bo pêşxistina pisporiya xwe û beşdarbûna di warê xwe de nîşan dide. Riya pîşeya wê nîşaneya jêhatîbûna zanistî û dilsoziya ji bo xizmeta giştî ye.