Pirtûka ‘Bîranîna keça Kurd a enfalkirî’ hat danasîn
Romana bi navê ‘Bîranîna keça Kurd a enfalkirî’ ku ji aliyê Rêveberiya Şehîd û Enfalên Koye Tavge Hemesalih ve hate danasîn. Şahida enfalê Peyman Abdul Rezaq dibêje: “Her dema peyva enfalê dibihîsim, bi sedan çîrokên ku min bi çavê xwe dîtî tê bîra min.”

ŞIYA KOYE
Koye – Enfal ew sûcê ku ruxmê bi hezaran pirtûk, şano, fîlm li ser hatiye nivîsên, hê pêwîstî bi girtina dest heye. Sûcê ku bi destê rejîma baas li hember Kurdan hatî kirin, hertim di bîranên kesên bûne şahid de mane. Pirtûka herî dawî li ser sûcên enfalê bi navê ‘Bîranîna keça Kurd a enfalkirî’ ku ji aliyê Rêvebera Şehîd û Enfalên Koye Tevge Hemesalih ve, di 7’ê Îlonê de bi amadebûna hejmarek berçav yên wêjevan, nivîskar û ronakbîriyên Koye li Navenda Wêje û Ronakbîriyê ya Koya hate nasandin.
Tavge Heme Salih têkildarî pirtûkê wiha got: “Me ji bo danasînê îro hilbijart ji ber 6’ê Îlonê roja dawî ya enfala Kurd bû ku ji 8 qonaxan pêk dihat û tevahî Kurdistan bi xwe girt. Me hewl da divê rojê de pirtûkê bidin nasîn û wê trajediya ku jin û zarokên keç ên Kurd jiyan kirin raxin ber çavan. Em kêfxweşin ku celadê enfalê yê Nûgre Selman bi navê ‘Hecac’ hate girtin û em dixwazin hemû bersûc bên cezakirin.”
Tavge Heme Salih têkildarî naveroka romana berhema nivîskar ‘Sedredîn Mehyedîn Kelurî’ ye diyar kir ku nivîskar hewl daye ew trajediya mezin hatiye serê jin û zarokên keç ên Kurdan rabixe berçavan û çîrokên jin û zarokên keç ên hatine esîrgirtin di romanê de girtiye dest û çîrokên wan aniye ba hev. Berhem di heman demê de rêwitiya ku bi heskirin û eşqa Kurdistanê destpê kiriye, heta dawiya enfalê û girtin, qetilkirin û firotina jina bi welatên derdor wek kole, cariye dirêj dibe tîne ziman. Her wiha di romanê de gelek kurteçîrokên din jî hatiye komkirin.”
‘Dema peyva enfalê dibihîsim bi sedan çîrokên ku min bi çavê xwe dîtiye tê bîra min’
Nivîskar Peyman Abdul Rezaq rûniştvana navçeya Koyeye têkildarî karesata enfalê di roja îro de wiha got: “Her dema peyva enfalê dibihîsim bi sedan çîrokên ku min bi çavê xwe dîtiye tê bîra min. Enfal ew şano û fîlmên ku di nava xwîna medeye, têkelî jiyana me bûye. Şeva enfalê li bîra mine,em komek jin li deşta nevçeya Koye rûniştibûn, cihê me kêmek çol bû, piştî saet 1’ê şevê me dengê terektor bihîst û her ye bi aliyekê ve çû. Lê belê rojane pêşmerge dihatin û ji ya meve her ewin tên, piştî hemû çûn ez û jinek tenê man ku dayîka Şêx Feteh bû, min got em jî biçin serekê li Koya bidin û vegerin. Dema em gihiştin Koya saet 5’ê sibehê bû me dît belafir û helîkopter diçû deşta Koye, wê rojê deşta Koya enfal kir. Me gelek tişt dît, piştî sê mehan min hevjînê xwe dît.”
‘Ev birîn nayê pêçan’
Peyman Abdul Rezaq wiha got: “Ji bo karesata enfalê em çi bikin ew birîn nayên pêçan. Dema te dît li ber çavê te zarok bimire ji birçîna yan jî bi zindî bên veşartin qet ji bîr nakin, ji bo Kurd nasnameyeke ku qet nayê ji bîrkirine.”