Li Hemedanê ji bo cezayê bangî şeş jinên Behayî kirin
Daîreya înfazê ya Dadgeha Şoreşa Hemedanê ji bo cezayê li wan hatiye birîn bikşînin bangî Neda Muhabbî, Atîfe Zahidî, Ferîde Ayubî, Nura Ayubî, Zerîndht Ahadzade û Zale Rezaî kir.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zextên li dijî Bahaiyan didome. Bi taybet li dijî jinên daxwaza maf dikin, zêdebûna binçavkirin û pêvajoyên darizandinê, tenê weke binpêkirinek ya mafê mirovan re ne sînordare, di heman demê de kiryarên kûr ên di pargala darazê de radixe ber çavan.
Daîrea infazê ya girêdayî Dadgeha Şoreşa Hemedan, ji bo 6 jinên Bahaî biryara dadgehê pêkbînin bang kirine. Jin ji bo cezayê ku li wan hatiye birîn bikşînin, ferman hatine jê re di nava 10 rojan de biçin şaxê.
Navê jinên ku bangî wan hatiye kirin evin: Neda Muhabbî, Atîfe Zahidî, Ferîde Ayubî, Nura Ayubî, Zerîndht Ahadzade û Zale Rezaî.
Çi bûbû?
Jinên Bahaî di 6’ê Mijdara 2023’an de, li Hemedanê di dema pevçûnên di navbera polîsên girêdayî hikumetê û welatiyên Bahaî de hatî jiyîn de hatibûn girtin. Jinên ku hatin lêpirsînkirin û di hucreyên yek kesî de hatin girtin, di Kanûna 2023’an de bi kefaleta demkî hatibûn berdan.
Dadgeha Şoreşê ya Hemedan, di meha Hezîrana bûrî de bi sûcdariya ‘li dijî rejîmê propaganda’ û ‘derqanûnî avakirina koma Bahaî’ bi giştî 38 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li Neda Muhabbî, Atîfe Zahidî, Ferîde Ayubî, Zerîndht Ahadzade, Zale Rezaî û Nura Ayubî birî.
Li gorî biryara dadgehê, cezayê girtîgehê yê Neda Muhabbî 3 sal, cezayê Zerîndht Ahadzde, Zale Rezaî û Nura Ayibî 2 salan sekinand. Ev biryar, di 11’ê Tebaxê de ji aliyê 11’yemîn Şaxa Dadgeha Temyizê ya Hemedan ve hate erêkirin.