Milyonek Filistînî bi zorê tê koçberkirin

Îsraîl bi gefa ku dê li dijî bajarê Xeza êrîş bide destpêkirin, xwest 1 milyon Filistîniyê li herêmê ji bo jiyanê têdikoşin, demildest koçî başûr bikin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîl li dijî Zîvala Xeza ji 7’ê Cotmeha 2023’a heta niha bê navber didome. Îsraîl divê demê de bi danezanên bê hejmar xwest Filistînî cihên xwe biguherînin û zextê li mirovan kirin ku koç bikin.

Herî dawî cardin artêşa Îsraîlê, bi gefa ku wê li bajarê Xezayê êrîşek berfireh bide destpêkirin, xwest bi temamî 1 milyon Filistiniyên ku li herêmê têkoşîna jiyananê didin demildest koçî başûr bikin. Filistîniyên ku zorî lê tê kirin ku di navbera xak û jiyana xwe de hilbijartinê bikin, bi gefa êrîşên bejahî re, carek din rûbirûyî koça bi zorê ye. 

Berdevkê artêşê Albay Avichay Adraee di peyama li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kirî de gefa ku wê li bajarê Xezayê êrîşek berfireh bide destpêkirin xwar. Berdevkê gefa ku mayîna li bajarê Xezayê gelek xetere xwar û ji 1 milyon Filistînî xwest ku demildest koçî  herêma El Mevasî ya li başûr bikin. 

Serokê Îsraîl Binyamîn Netanyahu di daxuyaniya duh dayî de, ragihand ku ew amadekariyên êrîşa bejahî li dijî bajarê Xeza dikin.