Peyama KJK’ê ji bo kongreya TAJÊ: Em komînên ku zanebûna jinan tîne gel hev birêxistin bikin

KJK’ê di peyama xwe ya ji bo kongreya TAJÊ şandî de, balkişand ser armanca êrîşên li ser civaka Êzidî, girîngiya hebûna TAJÊ, dîsa girîngiya avakirina komînan û li derdora van komînan avakirina hêza parastina cewherî ya Şengalê.

Şengal – Di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn şerekî dijwar tê meşandin û herêm careke din tê dîzaynkirin de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 3’yemîn kongreya xwe ya asayî li dar dixe. Di kongreyê de ji aliyê gelek kesayet, sazî û rêxistinan ve jî peyamên girîng tên dayîn. Yek ji wan peyama girîng ku di kongreyê de hat xwendin jî peyama Komalên Jinên Kurdistan (KJK) ye.

KJK di peyama xwe de armanca êrîşên li dijî Şengalê û Ezidiyan ne tenê weke qirkirineke fizikî, di rastiya xwe de ji bo tinekirina çanda civaka dayîksalar û çanda jiyana komînal nirxand û li hember van êrîşan mezinkirina hêza xweparastinê ya jinan weke çareserî danî. KJK’ê wiha got: “Komînên ku li ser esasê pêdiviyên xwe, jin li hev kom bibin û komînên xwe ava bikin de, wê bi xwerêvebirina cewherî û zanebûna cewherî a jinan bipêş bikevin. Li ser vî esasî, hemû jinên Şengalê beriya xwarin û vexwarinê pêwîst e xwe perwerde bikin û ew zanebûna azadiyê bigihînin hemû jinan.” Dîsa KJK’ê yekîtiya civaka Êzidî ya navxweyî ji bo parastin û serkeftina Şengalê weke pêwîstiyek bingehîn bi nav kir.

Peyama KJK’ê wiha ye:

Li dijî çanda kevneperest û dagirkeriyê jinên Şengalê pêşengên berxwedaniyê ne

“Em kongreya we û hemû jinên lêgerînvanên azadiyê ku tevlî kongreya we bûne bi hûrmet, hezkirin û bêrîkirineke mezin silav dikin. Ji bo tekoşîn û gelê me, di pêvajoyeke wisa dîrokî de, hûn kongreya xwe li dar dixin. Em hêvî dikin ku bibe konferansa serxistina jiyaneke demokratîk, komînal û azadiya jinê û li ser vî esasî em we pîroz dikin.

Hem weke gel hem jî weke jinên Ezidî di şexsê Dayê Gulê, Nazê, Cilan û Berîvanan de ku ji bo dengê me bi cîhanê bidin bihîstin û hebûna me biparêzin cane xwe feda kirin, em hemû şehîdên şoreşê bi minet bibîr tînin, soz didin ku em ê mîrateya wan bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê jin û gelê me yê Ezidî ku di 74 fermanan de hatine qetilkirin jibîr nekin, nedin jibîrkirin û teqez em ê tola wana rakin.

Weke jinên Şengalê; li hemberî çanda kevneperest û dagirkeriyê hûn her tim bûn remz û pêşengên berxwedaniyê. Zarîfe Osê, Xatuna Ferxa ku pêşengên bêhempa yê dîroka berxwedaniya Ezidiya ne. Hûn jî weke berdewamiya wana ji bo pêkanîna xeyalên jina azad, welatekî azad tekoşîn dikin. Ew tekoşîna we hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê balê dikşîne ser xwe. Tekoşîna me bi nirxên ku bi hezaran şehîdên me yên jin û mêr ku cane xwe feda kirine, Kurdiniya ku wê ji dîrokê re bimîne ava kiriye. Dîsa heman nirxan modelekî jiyana demokratîk a ku xwe dispêre azadiya jinê pêşxistiye.

Êrîşên li ser Êzidiyan bi armanca tinekirina çanda civaka dayîksalar û jiyana komînal e

Gelên cîhanê û tevgerên jinan ji berxwedaniya we ya li hemberî 74 fermanan ji xwe re hêz û mînak digrin. DAÎŞ’a ku hemû cîhanê pê nekarîbû, bi berxwedaniya ku li gel gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê, weke rêxistina parastina cewherî ya Ezidî YJŞ’ê ne tenê ji bo jinên Şengalê, ji bo hemû jinên cîhanê bû hêvî û hêza parastina cewherî ya jinan. Wek jinên gelekî ku bi hezaran salane rastî qirkirin û dagirkeriyê tên, dive em bizanibin û jibîr nekin ku, bêyî parastina me ya cewherî hebe, em nikarin hebûna xwe, nasnameya xwe, baweriya xwe, çanda xwe û zimanê xwe jiyan bikin. Bi hezaran salan e armanca êrîşên li dijî Şengalê û Ezidiyan tenê qirkirineke fizikî nebûn, di rastiya xwe de ji bo tinekirina çanda civaka dayîksalar û çanda jiyana komînal bû.

Perspektîfa parastina cewherî ya YJŞ’ê, divê bigihîje hezaran kesan’

Xeteriya qirkirinê ya li ser tekoşîn û gelê me hatiye sekinandin, lê siyaseta qirkirinê bi temamî xilas nebûye. Ji ber vê yekê weke hêza me ya parastina cewherî, ji bo mezinkirina YJŞ pêwîst e hemle were destpêkirin. Di serî de Şengal û bi giştî weke gel jî pirsgirêkên weke bi nasname û baweriya xwe jiyankirinê, bi zimanê dayîka xwe perwerde dîtinê hîna jî hene. Yanê pirsgirêkên hebûn û naskirina statûya gelê me hîn jî berdewam dike. Ew mîrateya Zarîfe Osê ku li hemberî dagirkeriyê welat, xak û hebûna xwe parast, divê her tim zindî bibe. Her jineke li Şengalê pêwîste li hemberî dagirkeriyê bibe weke Zarîfe Osê, Dayê Gulê, Nazê û Berîvan û parastina xwe û welatê xwe bike. Îro berxwedanî û perspektîfa parastina cewherî ku di şexsê YJŞ’ê de pêş dikeve, divê bigihîje hezaran kesan. Li ser vê bingehê ji bo ku fermanên nû neyin jiyankirin, dive statûya Şengalê ji aliyê qanûn û destûra bingehîn a Iraqê ve were qebûlkirin. Ji ber vê jî pêwîst e em tekoşîna xwe li ser bingeha hemleyan mezin bikin.

TAJÊ, li Mezopotamyayê wê bibe pêşenga Ronesansa Jinê

Bangawaziya Rêber APO ya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo tevahî pirsgirêkên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê jiyankirin û bi taybetî jî li hember 74 fermanên ku miletê Ezidî jiyan kiriye û dîsa ji bo lêgerînên jinên Ezidî ya azadî, hebûn û statûya xwe bersiveke girîng e. Ew bangawaziya Rêber APO dibe tolgirtina hem fermanên ku jinên Ezidî rû bi rû mane û hem jî tundiya ku rojane li ser jinê tê meşandin e. Li hemberî bangawaziya Rêber APO bersiva milet û jinên me yên Ezidî jî pêwîste li ser esasê pêşxistina parastina cewherî, rêxistinbûna komînal, perwerde û avakirina civaka demokratîk be. Tevgera Jin a Êzidî TAJÊ, bi avakirina civaka komînal û demokratîk ve li Mezopotamyayê wê bibe pêşenga Ronesansa Jinê.

Divê hûn bibin hêza avakar a Komara Demokratîk a Iraqê

Pêwîst e hûn bi tevgerên jinan ên demokratîk re, jinên ji bawerî, çand û miletên cuda re hevgirtina xwe bi hêz bikin. Wek tevgera jinên Ezidî hûn dikarin sînorên Şengalê jî derbas bikin û li ser tevahî Iraqê bandora xwe çêkin. Tekoşîneke bibandor ku hûn bi perspektîfa Netewa Demokratîk bimeşînin, dive bikin armanc da ku hûn bibin hêza avaker a Komareke Demokratîk a Iraqê û bi jinên Iraqî re qadên tekoşîna hevpar hîn mezintir bikin. Ji bo pirsgirêkên di navbera dewletan û gelan de çareser bibin, entegrasyona demokratîk ku Rêber APO pêşxistiye, perspektîfeke bêhempa ye. Entegrasyona demokratîk ancax bi qebûlkirina statûya hebûn, sazîbûn û çanda me dikare gengaz be û bipêş bikeve. Teslîmiyeta ku dewlet li ser me ferz dikin, ne entegrasyon e.

 Di avakirina yekîtiya navxweyî ya Şengalê û Ezidî de rola TAJÊ pir girîng e

Li hemberî şerê cîhanê yê sêyemîn, li dijî hemû êrîşên modernîteya kapîtalîst ancax bi yekitiya netewî û bi perspektîfa Netewa Demokratîk em dikarin hebûna xwe biparêzin. Di pêşxistina yekitiya netewî de, avakirina yekîtiya navxweyî ya miletê Şengalê, miletê Ezidî de rola TAJÊ pir girîng e. Li hemberî siyaseta dijminên me ku dixwazin di hûndir de me parçe bikin, ji hev cuda bikin, hevkariyê li ser me ferz dikin, helwest û bertek nîşandan, li derdora hestên welatparêziya civaka me û netewa demokratîk de xwe rêxistinkirin wê miletê me yê Ezidî her tim bibe serkeftinê, nahêle bin bikeve.

Zayendperestiya civakî, dîsa zext û tundûtiya ku zilamê serwer rojanê li ser jinê dimeşîne, êdî hatiye astekî ku tehamûl jê re nabe. Ciwan, jinên ciwan di bin bandora vê tundî û zilma zilaman ku jiyanê jehrî dikê de êdî nikarin bêhnê jî bistînin. Bi siyaseta xwekuştinên jin û zilaman ku her roj zêde dibin, bi fihûş, bi madeyên hişbir ku roj bi roj zêde dibe, bi reya sîxûrkirinê dixwazin civaka Ezidî bixînin û tine bikin. Pêwîst e li hemberî her êrîşekî ji wan re, bi pêşxistina rêxistinkirinekî bersiv were dayîn.

Cihê ku pergala komînan herî baş dikare bê avakirin Şengal e

Civakên azad, ew civak in ku yekitiya xwe ya hûndirîn çêkirine û xwe birêxistin kirine. Civakên ku jinan di nava wê de xwe rêxistin nekiribin, hêza xwe ya cewherî, rêveberiya xwe ya cewherî pêş nexistibin, nikarin azad bibin. Civakên wiha ji bo hemû cureyên êrîşan, siyaseta şerê taybet vekirî dimînin. Ji bo ku mirov hebûn, çand û nasnameya xwe bi awayekî azad jiyan bike, pêwîst e rastiya jin û civakên rêxistinkirî esas bigre. Di manîfestoya dawî ya Rêber APO de perspektîfa civaka komînal ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên mirovahiyê çareseriyê bipêş dixe. Di dîroka mirovahiyê de yê ku civakbûn pêşxistin ew jinên xwedawend ên Mezopotamyayê ne. Di vê wateyde weke avakarên destpêkê yên jiyana komînal û çanda civakê Jinên Êzidî jî pêwîst e xwedî li dîroka xwe derkevin. Jiyana komînal a demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê şêwazekî jiyanê ye ku civak û jinên Ezidî ji dîrokê heya roja me ya îro berdewam kirine û anîne roja me ya îro. Cihê ku pergala komînan bi awayekî herî baş dikare bê avakirin Şengal e. Ji ber ku Şengal û miletê me yê Ezidî şaneya kok a civakbûnê ne. Komînên ku li ser esasê pêdiviyên xwe, jin li hev kom bibin û komînên xwe ava bikin de, wê bi xwe rêvebirina cewherî û zanebûna cewherî a jinan bipêş bikevin. Em bi kelecan, eşq û bi xeyala azadiyê wan komînên ku yekitî, hevgirtin, piştgirî û zanebûna jinan tîne gel hev bi rêxistin bikin. Pêwîst e yek jin jî bêrêxistinî nemîne. Ancax bi rêxistinkirina komînan, em dikarin hemû êrîşên li ser civaka Ezidî vala derxînin. Jin ji qada siyasî heya aborî, ji qada çandê heya ekolojiyê, ji qada perwerde heya spore di hemû qadên jiyanê de bi avakirina komînan wê civaka demokratîk ava bikin. Ne tenê li Şengalê, li Ewropa û derveyê welat jî bi xwe rêxistinkirina li derdora komînan, em dikarin çanda xwe jiyan bikin û xwe biparêzin. Li ser vî esasî em bi komîn bin, bi bûyina komînê jî civaka azad û demokratîk ava bikin. Ji bo vî jî di hemleya xwe rêxistinkirinê de, bê ku em bikevin têgihîştinên şaş ên şiklî, em rihê komînal ê xwezayî ya civakê bipêş bixin.

Zanebûna azadiyê bi perwerdeyeke jinan a xweser bipêş dikeve

Jiyana azad bi jina ku xwe bi zanebûna azadiyê rêxistin kiribe dikare bipêş bikeve. Zanebûna azadiyê ancax bi perwerdeyeke jinan a xweser û xilûqkar dikare bipêş bikeve. Li ser vî esasî, hemû jinên Şengalê beriya xwarin û vexwarinê pêwîst e xwe perwerde bikin û wê zanebûna azadiyê bighînin hemû jinan. Bi akademiyên jina azad pêwîst e jin ji zanebûna dîrok û hebûnê heya qada siyasetê, ji qada çandê heya qada sporê dive hemû qadan veguherînin qadên azadiyê ku bikaribin xwe perwerde bikin. Ji bo jinên ciwan û zarokên keç pêwîst e qadên perwerde û zanekirinê ku ji çanda kevneperest dûr bin werin avakirin. Ji bo zarok bibin şexsên azad, divê politikayên zarokan bên pêşxistin û ji bo vî yekî jî bi komînên zarokan pêwîste em armanc bikin ku ji wana re qadên perwerde, çand û lîstokan ava bikin.

Ji bo jin bikaribin qadên xwe yê jiyanê rêxistin bikin divê em armanc bikin ku ji jinan re, qadên aboriyê ava bikin. Pêwîst e em bi îradeya civakê perspektîfa şaredariyê ya bi feraseteke komînal, demokratîk, ekolojîk ku ciwan û jinan dike navenda xwe li kolanan, gundan û bajaran ji nû ve rêxistin bikin. Li derdora perspektîfa ku “şaredarî komîn e” divê em bi feraseta rêveberiyên xwecihî, xwe birêxistin bikin.

Ya ku dikare şerê ku tê jiyîn derbas bike, hêza jinê ya rêxistinkirî ye

Bi hemû jinên cîhanê re parvekirina tekoşîna tevgera jinê ya Şengalê ku ji fermana 74’an û vir ve bipêş ketiye, ji bo gerdûnîbûna tekoşîna me pir girîng e. Pêwîst e em di asta navnetewî de, êrîşên qirkirinê ku jinên Ezidî rû bi rû mane û tekoşîna ku ji bo ew sucên heyî bên dadgehkirin hîn zêdetir xurt bikin, xebatên xwe yên di vî mijarê de bi hêz birêve bibin. Di heman wextê de tevgera me ya jinan TAJÊ ne tenê ji bo êrîşên ku rû bi rû maye, di heman demê de ji bo pergala alternatîf û ceribandinên xwe ya li hemberî hemû êrîşên zilamê serdest jî, dive xebatên dîplomatîk û hevgirtinan bipêş bixe. Pêwîst e di vê demê de xebatên dîplomasiyê weke xebatek herî stratejîk were nirxandin û ji bo serkeftina tekoşîna me politikayên têkilî, hevgirtin û vebûyinên bibandor werin pêşxistin. Yên li dijî me, dixwazin tekoşîna me teng bikin û me bi tenê bihêlin. Ji ber vî bi nêzikatiyeke hîn zêdetir nerm û berfireh, pêwîst e em tekoşîna xwe vebêjin û li derdora tekoşîna xwe de têkilî û hevgirtinên bihêz bipêş bixin. Pêwîst e em nîşan bidin ku li ser erdnîgariyeke ku dixwazin tine bikin de, jinan çawa ji xweliya xwe careke din xwe zindî kirine û pergaleke ku ji hemû jinên cîhanê re hêvî ava dike bipêş xistine.

Ya ku dikare pêvajoya em tê de ne û şerê ku tê jiyankirin derbas bike, tenê hêza jinê ya bi rêxistinkirî ye. Ji ber vî “Niha Dema Jinê ye”. Li ser esasê hemleya ku weke Tevgera Jinê me daye destpêkirin, me ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO, ji bo çalakî, rêxistinkirin û perwerdeya jinan seferberî daye destpêkirin. Em bawer dikin ku tevgera me ya jinan a Şengalê jî, ji bo serkeftina pêvajoyê bi çalakî û xebatên xûrt ve wê di mijara seferberiya perwerde û rêxistinkirinê de bighîje biryardariyeke xurt.

Tekoşîna me ya azadiyê ku bipêş dikeve û xwe rêxistin dike, wê hêz bide tekoşîna azadiya giştî jî. Bi pêşxistina demokrasiya jinê ve civak azad bibe û tekoşîna me ya azadiya jinê jî teqez bighîje serkeftinê.

Em hemû beşdarvanên konferansê û hemû rêhevalên xwe yên jin ên li Şengalî bi hûrmet, hezkirin silav dikin, serkeftinê dixwazin.”