Peyama jina Yemenî: Li pey xeyalên xwe herin
Çîroka jinek Yemenî ku li pey xewnên xwe çûye, di vê têkoşîna dijwar de biser ketiye, peyama “Xewnek min heye ku hewl didim pêk bînim. Ez dixwazim di warên hunerî û medyayê de bibim îlham” dide jinan.
FATIMA REŞAD
Yemen- Ferah Qaed, jineke ciwan a Yemenî ye. Di rêwîtiya xwe ya ber bi xewna xwe ve, xewna xwe ya zarokatiyê ya ku dixwest bibe weşanger û hunermend pêk bîne de, qet ranewestiya. Di rê de bawerî û hewesa wê qet kêm nebû. Berovajî vê, wê hewl û lêgerîna xwe domand.
Li dibistanê destpê kir
Ferah Qaed weşangerek e ku ji zarokatiyê ve ji radyoyê hez dike. Rêwîtiya wê bi radyoya dibistanê dest pê kir. Wê stranên ku ji zarokatiyê ve jê hez dikir digot. Dengê wê yê melodîk li ser pêlên radyoyê deng vedida. Ferah ne tenê weşanger e, di heman demê de hunermend û ûdvan e jî. Di komeke muzîkê ya li paytext Adena Yemenê de li ûdê dixe. Kom bi tevahî ji jinan pêk tê. Ferah da zanîn ku rêwîtiya wê dema ku xwendekar bûye, li dibistanê dest pê kiriye û wiha got: “Wê demê min kifş kir ku di vî warî de jêhatiyek mezin heye û ji wê demê ve, min xeyal dikir ku bibim weşanger.”
Dest bi nivîsandina çîrok û gotaran kir
Ferah diyar kir ku piştî ku perwerda medyayê girtiye, kariyera wê geş bûye û wiha domand: “Min pisporiya di radyo û televîzyonê de bijart. Min xewna xwe di vî warî de şopand. Bi tesadufî, dema ku min di sala duyemîn a zanîngehê de lêkolîna medyayê dikir, min dest bi nivîsandina çîrok û gotaran kir. Min di radyoyekê îlanek kar bihîst, min serî lê da û ev destpêka min a rastîn a di warê medyayê de bû.”
Ferah Qaed ragihand ku di weşana radyoyê de, bal kişandiye ser bernameyên civakî yên ku bi mirovan re deng vedidan, bi taybetî jî yên li ser aştî, zarok, mafên jinan û jîngehê û sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Ji ber ku wekî jinek, min hîs kir ku divê ez li ser pirsgirêkên jinan biaxivim.”
Ezmûnek hunerî
Têkiliya wê bi hunerê re ji temenê ciwan ve bipêş ketiye. Ferah diyar kir ku li stran û muzîkê guhdarî kiriye û xewna wê ew bûye ku li ser dikê bistrê. Ev xewn dema ku Ferah tevlî komek muzîkê ya hemû jin in bûye û li ûdê xistiye, pêk hatiye. Her çiqas ezmûn hêsan bûye jî, bandorek kûr li ser wê hiştiye. Ferah Qaed got, “Ez bi xwestek û meyla xwe ketim qada hunerê. Ez li derfetan geriyam ku asta xwe ya hunerî bilind bikim û bi rêya xebata xwe ya radyoyê li ser aliyên hunerî sekinîm. Kesên ku min di vî warî de nas kirin, bûn deriyê min ê cîhana hunerê û min veguherandin hunermenda bi navê Ferah."
Zehmetiyên hunerî û medyayî
Ferah Qaed, da zanîn ku dixwaze armancên xwe di warên huner û medyayê de bişopîne û wiha pê de çû: “Gelek zehmetî di rêya xewnên min de hebûn. Ez di warê hunerê de rastî zordestiyên cidî hatim û kesî min teşwîq nekir ku ez bi hunerê re berdewam bikim. Ji bilî rewşa siyasî, di warê hunerê de jî pirsgirêk hene. Gelek ciwan xewnên xwe di qalikekê de veşartî digrin, nikarin xwe azad bikin. Ez yek ji wan ciwanan bûm. Xewna min hat paşxistin, ji ber ku min hewce bû ku debara xwe bikim û li derfetên kar ên bêtir bigerim. Niha ku ez bêtir li ser aliyê pîşeyî yê karê xwe wekî pisporek medyayê disekinim, min qada hunerê hişt bi hêviya ku rojekê vegerim. Her çend min zêde bala xwe nedabû vê aliyê, perspektîfa civakê li ser hunerê yek ji wan zehmetiyan bû ku ez pê re rû bi rû mam. Ji ber ku ji bo hunermendek, xelata darayî têr nake.”
Komeke muzîkê ya jinan
Derbarê zehmetiyên ku di karê medyayê de pê re rû bi rû ma de jî Ferah Qaed diyar kir ku ew ji yên di hunerê de ne cuda bûne û wiha got: “Lê ferqek heye. Derfet kêm in û pêşbazî dijwar e. Ez bi şans im ku min derfet dît ku di medyayê de bixebitim. Lê yên din ji bo dîtina kar pir têdikoşin. Koma me ya muzîkê wekî cureyek surprîzek civakî dest pê kir. Her çend hin ji wan dema ku ew hate damezrandin pir kêfxweş bûn jî, yên din êrîşî hewildanên me kirin û matmayî bûn ku jinan amûrên muzîkê hildigirtin. Wê demê, wan kampanyayên dijwar li dijî me dest pê kirin da ku komê rawestînin, lê me berdewam kir. Tenê astengiya ku me rawestand, xelata darayî bû.”
‘Ez dixwazim di warên hunerî û medyayê de bibim îlham’
Ferah Qaed serpêhatiyek xwe jî vegot. Ferah da zanîn ku di demekê ku ew qurbana sûcên sîber bûye, nasnameya wê sexte bûye û wiha got: “Lê belê, min ev yek ji hêla psîkolojîk ve derbas kir û niha, bi gotinên xwe, ez wekî yek ji wan dijwariyên ku pê re rû bi rû mam û min bi serkeftî derbas kiriye, dibînim. Tevî zehmetiyan jî, ez berdewam dikim. Xewnek min heye ku hewl didim pêk bînim. Ez dixwazim di warên hunerî û medyayê de bibim îlham. Ez hîn jî li malê li gîtarê dixim. Lê ji ber sedemên ku ji destê min derneketine, ez gîtarê di şûna ûdê de bikar tînim.”