Peyama Girtiyan a Newrozê: Hêviya me ya ji bo rojên azad ji her demê mezintir e

Jinên ku di Girtîgeha Wanê de ne peyama xwe ya cejna Newrozê anîn ziman û gotin: “Her çend em li pişt dîwaran bin jî, dilê me bi we re ye û hêviyên me wekî agir di qadên Newrozê de ber bi asîman ve bilind dibin.”

MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN

Wan – Cejna Newrozê, ku sembola têkoşîn û berxwedanê ya gelê Kurd e, bi rojan e li gelek deveran bi coş tê pîrozkirin. Li dora agirê Newrozê, gel daxwazên xwe tînin ziman û ji bo azadiyê diqîrin.

Di rojên wiha de azadî, herî zêde ji bo wan wate qezenc dike: Jinên girtiyên siyasî, ku di girtîgehê de ji azadiya xwe ya fîzîkî bêpar in, Newrozê bi bawerî, hêvî û kelacan pîroz dikin, di heman demê de ji pişt qefesên hêsin, peyamên xwe yên Newrozê dişînin ji dervey dîwaran.

Jinên ku di Girtîgeha Tîpa T ya Wanê de ne, peyamên xwe yên Newrozê ji ajansa me re şandin.

‘Agirê geş di destên jinan de bi wate dibe’

Yek ji girtiyan Hêvîdar Aydin, cejna Newrozê li hemû gelan, bi taybetî li jinan pîroz kir û got: “Her çirûskek di agirê Newrozê de îradeya jinan a li dijî tariyê nîşan dide.” Peyama Hêvîdar Aydin a ji bo jinan wiha ye: “Newroz wateya xwe di agirê ku di destên jinên berxwedêr de geş dibe de, dibîne. Îro, jin ne tenê beşdarî dîrokê dibin, di heman demê de dibin kirdeya jiyana azad û siyaseta demokratîk. Newroz, di bin pêşengiya jinan de pîroz be.”

‘Azadî û yekitî ji her demê bêhtir nêzîkî gelê Kurd e’

Girtiya nexweş Felem Aker jî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya Newrozê û got: “Em hêvî dikin û dixwazin ku ev Newroz bibe Newrozeke aştî, yekitî û azadiyê.” Peyama Felem Aker wiha ye: “Bi hêviya rojên geş û azad, ez we hemûyan slav dikim.

Her çend em li pişt dîwaran bin jî, dilê me bi we re ye û hêviyên me mîna agir di qadên Newrozê de ber bi asîman ve bilind dibin. Newroz ji bo me ne tenê pîrozbahiyek kevn e. Ew rojek ji nû ve jidayîkbûn, berxwedan û hêviya azadiyê ye. Em bawer dikin ku îro, azadî û yekitî ji her demê bêhtir nêzîkî gelê Kurd e. Ji ber ku îro, daxwaza yekitiya Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bilind dibe.

Şer û pevçûnên mezin li Rojhilata Navîn diqewimin. Dijminên Kurdan jî di vê hawirdorê de li bendê ne ku destkeftiyên Kurdan ji holê rakin. Ev xetereyên mezin in. Lêbelê, yekitî, tifaq û berxwedana Kurdan dê van planên qirêj mîna gurzê Kawayê Hesinkar bişkîne. Ciwanên wêrek, jinên pîroz, bila dengê dahol û stranên we bigihîje zindanan, çiyayên azad û kesên ku tovên aştiyê li vê axê diçînin.

Erê, dem dema aştî û azadiyê ye. Em hêvî dikin û dixwazin ku ev Newroz bibe Newrozeke aştî, yekitî û azadiyê.”

Felem Aker wiha dawî li peyama xwe anî: “Bijî yekitiya Kurdan, bijî aştî û bijî Newroz. Slav ji avakerê aştiya civakî re, slav ji kesên ku tovên aştiyê li van axên pîroz diçînin re! Em ji ber şehadeta siyasetmedarê Kurd Salih Muslim pir xemgîn in. Sersaxiyê ji malbat û gelê Kurd re dixwazin. Ew rûmeta me ye û em ê tu carî hewildanên wî ji bîr nekin.”

‘Ew nikarin îradeya me binpê bikin’

Peyama Newrozê ya Perîhan Karaman a girtî jî wiha ye: “Îro, agirê Newrozê ne tenê mizgîniya biharê ye; ew di heman demê de navê berxwedanek e ku li dijî zilm, bêmafî û zextê radibe. Em di riya wan kesan de meşiyane û em ê berdewam bimeşin ku wan kesan di dîrokê de qet serî netewandine û dev jî heqîqetê bernedane.

Deriyên hesinî û dîwarên bilind nikarin îradeya me bişkînin. Ji ber ku em dizanin ku ti hêz nikare li pêşiya têkoşîneke mafdar bisekine. Newroz, îfadeya herî xurt a lêgerîna gel a ji bo azadiyê û daxwaza wan a ji bo wekhevî û edaletê ye. Her agirê ku îro pê dikeve nîşanek e ku dengên ku ew dixwazin bêdeng bikin dê hîn bilindtir werin bihîstin.

Ez dixwazim careke din li vir dubare bikim: Îradeya gelekî bi zext, qedexe û zindanan nikare were şikandin. Bawerî û têkoşîna me jî li ser lingan û xurt e. Her çend em îro di zindanan de bin jî, hêviya me ji bo pêşerojek azad ji her demê mezintir e.

Bi vê hest û biryardariyê, ez cejna Newrozê li hemû gelê me pîroz dikim; ez hemû gelê xwe vedixwînim ku di têkoşîna azadî, edalet û jiyaneke bi rûmet de mil bi mil li kêleka hev bisekinin. Newroz pîroz be.”