Peyama çalakiya Zeyneb Kinaci li Til Temirê hat xwendin

Kongra Star li hola Kinêr a bajarê Til Temirê bi boneya 29’mîn salvegera çalakiya fedayî ya Zeyneb Kinaci ‘Zîlan’ peyama çalakiya wê ji gel re xwend.

Til Temir – Li dijî komploya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 6’ê Gulana 1996’an bi êrîşekê hatibû destpêkirin, Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996’an de wek bersiveke destpêkirina komployên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan çalakiyek fedayî pêk anî. Beriya ku Zîlan çalakiya fedayî pêk bîne, peyamek nivîsand.

Piştî 29 salan ji çalakiya fedayî ya Zîalnê hê tê bibîranîn û bandora çalakiya wê tê vegotin û guhdarkirin. Îro bi armanca xwendina peyama Zeyneb Kinaci Kongra Star li bajarê Til Temir yê Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek lidar xist. Di civîna ku li hola Kinêr hat lidarxistin de, bi dehan endam û rêveberên sazî, rêxistin û partiyên bajar amade bûn.

‘Pêwîste jin peyama Zîlan baş bixwînin û fêm bikin’

Piştî deqeyek rêzgirtin, peyam ji aliyê Rêvebera Kongra Star Nûhat Şindî ve hat xwendin, piştî xwendina peyamê Nûhat wiha got: “Divê ku em dîrok û peyama Zîlan baş bixwînin, çalakiya wê baş fêm bikin, bizanibin Zîlan çi bû û çawa meşiya. Pêwîste jin bi awayekî hê kûrtir Zîlan fêm bikin û riya wê wek ku dixwest bidomînin. Bi awayekî exlaqî û wijdanî em têkoşîna Zîlan û hevrêyên wê bi gavên hê mezintir biteyisînin. Em soz didin ku riya Zîlan bidomînin û fikr û ramanên Rêber Apo belav bikin.”

Piştî civînê Navenda Çand û Hûnera Demokratîk a bajarê Til Temir bi çend stranan Zeyneb Kinaci bibîr anîn.

Civîn bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” dawî bû.