Perwîn Yûsif: Em bi hev re Konferansa Netewî ya Jinên Sûriyeyê rêxistin bikin
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif diyar kir ku divê jin Konferansa Jinan a Neteweyî ya Sûriyeyê bi rêxistin bikin û got: “Divê jinên Sûriyeyî di bin banek de bibin yek, bi nêrîn, raman û helwesta hevpar hev bigrin.”

NUCAN ARAS
Hesekê – Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi “Şoreşa 19’ê Tîrmehê” re jinan di warê civakî de bi ked û hewldanên xwe îmze avêtin binê tiştên yekem û guherînan. Jinên ku pêşengî ji Şoreşa Rojava ve kirin, bi rengê xwe, bi zimanê xwe têkoşiyan, li hemû cîhanê ji bo berxwedan û destkeftiyên jinan bûn temînat. Ji dema hilweşandina rejîma Baasê ango ji 8’ê Kanûna 2024’an ve heta niha rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), di demek kurt de gelek biryaran îmze kir, mafên gelek aliyên li Sûriyeyê dijîn ji nedîtî ve hat û zihniyeta yekparêz a rejîma Baasê domand.
1’emîn Konferansa Jinên Kurd a Rojava, li bajarê Qamişlo yê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li Eywana Bexçeyê Azadî bi dirûşma “Bi pêşengiya jinên Kurd misogeriya yekitiya neteweyî ya Kurd” 23’yê Adarê hat lidarxistin. Jinên ji partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, kesayet, hunermend, rojnameger, nûnerên rêxistin û tevgerên jinan, fermandarên YPJ’ê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û ji Heleb û Şamê nêzî 300 delege beşdar bûn.
Jinan di konferansê de li ser pêşketinên siyasî yên li Sûriyeya nû, di pêvajoya nû de tiştên sîrayetî jinan kirine, ferzkirinên ku çêbûne, zext û êrîşan girtin rojeva xwe û daxwazên xwe yên ji bo pêşerojê, pêşniyar û nêrînên xwe anîn ziman.
Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif a di xebatên amadekariya konferansê de bû diyar kir ku coş û hêviya jinan bi konferansê mezin bûye, li ser mijarê ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Divê em destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin’
Perwîn Yûsif diyar kir ku li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Esed pêvajoyeke ku bi lezgînî guherîn û veguherîn çêbûne dest pê kiriye, da zanîn ku bi taybetî guherînên hişk ên di destûra bingehîn de hatine kirin û biryarên hatine girtin, bandorên mezin li ser jinan kirine, bûne sedem ku bikevin nava bêhêvîtiyê. Perwîn Yûsif wiha domand:
"Bi pêvajoya nû re dixwazin jinan bê îrade bihêlin. Aramanca vê konferansê jî ew bû ku em ji vê yekê derbas bibin. Armanca me bi konferansê ew e ku em mafên xwe yên zagonî, rêgezên xwe û şoreşa jinan bi ruh û zimanekî hevpar bi pêş bixin, ji hêviyên jinên li Sûriyeyê dijîn re bi hev re bibin bersiv. Ji bo em hemû mafên xwe yên zagonî bigrin bin temînatê û biparêzin divê hemû jinên li Sûriyeyê, bi heman ruhî, bi heman raman û îradeyê xwe bi rêxistin bikin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di Şoreşa Rojava de jinan bi têkoşîna xwe, nirxên xwe yên şoreşê ava kirin û di gelek warên civakî de bi meşandina têkoşînê, berpirsyariyê girtin ser xwe. Şoreşa Jinan a Rojava, li çar aliyên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê, destkeftiyên ku bi bedelên mezin çêbûne jî; bi taybetî ji bo hemû tevgerên jinan ên li cîhanê rê nîşan dan. Li Rojava tacîdarkirina destkeftiyên jinan tenê bi têkoşîna hevpar a jinan û rêxistinbûna bi hev re dikare bi pêş bikeve.”
'Şoreşa Jinan a Rojava dikare ji Şoreşa Jinan a Sûriyeyê re jî pêşengiyê bike'
Perwîn Yûsif bal kişand ku destûra bingehîn a niha li Sûriyeyê hatiye amadekirin dê ji daxwaz, lêgerîn û hêviyên jinan re nebe bersiv û gotinên xwe wiha domand:
“Guherîn û veguherînên ku jinan di warê şoreşê de kirine dê di bin siya van zagonan de nemînin, her biçe mezintir bibin. Şoreşa Jinan a Rojava dê pêl bi pêl mezin bibe, ji bo jinên li Suweyda Hema, Humus û bajarên keviyan, bibe hêvî û ronahî. Ev yek dê yekbûna rêxistinbûyî ya Şoreşa Jinan a Sûriyeyê bi hêztir bike. Jinên li Sûriyeyê dijîn, îro vê yekê baştir dibînin. Jinên Sûriyeyî, bi Şoreşa Rojava re, ji siyasetê, heta aboriyê, ji dîplomasiyê heta qada leşkerî û perwerdeyê, di gelek waran de pêşengî ji civakên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re kirin. Bi van tecrubeyan, jin dikarin ji bo hemû jinên li Sûriyeyê dijîn û Şoreşa Jinan a Sûriyeyê re pêşengiyê bikin. Jin dikarin di vê pêvajoya ku guherîn û veguherîn çêdibin de, bi awayê çalak pêşengiyê bikin. Şoreşa Jinan bênavber didome, li tevahiya Sûriyeyê îro gihîştiye merheleyek girîng. Danehev, tecrube û mînakên guherîna ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê çêbûne dê li tevahiya Sûriyeyê belav bibin û ji bo guherîn û pêşketinê bibin wesîle.”
‘Divê em jinên Sûriyeyî di bin heman banî de bibin yek’
Perwîn Yûsif diyar kir ku 1’emîn Konferansa Jinan a Rojava di pêşengiya jinên Kurd de hatiye lidarxistin û got ku divê Konferansa Jinan a Neteweyî ya Sûriyeyê, bi jinên Sûriyeyî re were birêxistinkirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir:
“Weke jinên Sûriyeyî divê em di bin heman banî de bibin yek, bi heman nêrîn, raman û helwestê hev bigrin. Bi vê yekê em ê bikaribin ji bo pêşerojê, Sûriyeya ku ne navendî ye, demokratîktir û rengîntir e bi hev re ji nû ve ava bikin. Li ser vê bingehê divê em civaka azad a ku xeyala hemû civakan û şehîdên me ye ava bikin. Bi hêza xwe ya rêxistinbûyî û têkoşîna xwe, em derfetan çêbikin ku hemû gel bi azadî nûnertiyê bikin, çand, ziman û hebûna gelê Kurd bixin bin temînatê.”