Nûçegihana me xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe girt
Di xelatên 28’emîn Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe de nûçegihana ajansa me Medîne Mamedoglu xelata wêne girt.

Navenda Nûçeyan – Xelatên 28’emîn Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe ku cara yekem di sala 1998’an de ji bo bîranîna nûçegîhanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe û rojnamegerên ku dema peywira xwe bi cih anîn jiyana xwe ji dest dane, hatin dayîn û ji bo teşwîqkirina rojnamegerên ciwan hatibû destpêkirin, aşkera bû.
Xelata wêne di pêşbaziyê de bi wêneyê ‘Nobeta Îradeyê’ nûçegihana ajansa me Medîne Mamedoglu girt.
Di pêşbaziyê de Osman Çakli bi dosyeya xwe ya ku di Gazete Duvarê de bi sernavê; ‘Jiyanên ku di MESEM'ê de bi dawî dibin’ xelata Nûçeyan a Nivîskî wergirt.
Xelata Jurî
Seda Karabatanoglu û Zeynep Yunculer bi nûçeyên xwe yên ku di P24’ê de ya bi sernavê; ‘Malzarokên bi kirê: Li sêgoşeya Tirkiye-Gurcîstan-Bakurê Qibrisê bazara dayikên barkêş’ yek ji xelata Juriyê ya Taybet wergirtin. Xelata Juriyê ya Taybet a din jî di rêzenûçeyên Mehmet Baran Kiliç de ku di Polîtîk Yolê de bi sernavê; ‘Yên ku di şaredariya AKP’ê de kursiyên xwe winda kirine, diçin Bogazîçiyê’ hat dayîn.
Nûçeyên bi vîdeo
Vedat Yalvaç û Cuneyit Işık ji ber nûçeyên xwe yên dosyeyê ku bi sernavê; ‘xizaniya ku behsa wê nayê kirin’ di Halk TV de hatin weşandin, Xelata Nûçeyan a Vîdeoyê wergirtin. Burcu Ozkaya jî ji ber nûçeya xwe ya bi sernavê ‘5 kes 5 çîrok: Welatiyên astengdar çi dixwazin?’ di kategoriya Vîdeo Nûçe de Xelata Jûrî ya Taybet wergirt.
Xelata wêne
Di pêşbirka îsal de xelata fotografê Medîne Mamedoglu bi wêneyê ku di 12’ê Sibata 2025’ê de hatibû kişandin, wergirt. Medîne Mamedoglu di roja 11’ê Sibatê de piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat dayîn Abdullah Zeydan, gelê Wanê li ber avahiya şaredariyê li dijî qeyûm di hewaya negatif 10 derceyan de heta siharê di nobetê debûn kir wêne. Di kategoriya fotografan de jî Sertaç Kayar xelata Taybet a Jûriyê wergirt.
Xelatên rojnamegeriya herêmî
Burak Altinok, bi gotara xwe ya bi sernavê; ‘Gamêşên navdar ên Çaycûma û berhema wê mast jî winda dibin’ku di Yeşîl Gazeteyê de hatibû weşandin, Xelata Rojnamevaniya Herêmî wergirt.
Her wiha juriyê ji ber gotara Hozan Adar ya DW Tirkî de hatibû weşandin ya bi sernavê; ‘Gundê Tirkiyeyê yê bê elektrîk’, biryar da Xelata Jûrî ya Taybet bide.
Juriyên xelatan
Juriyên ku xelat diyar kirin ev in; Ayça Soylemez, Bahadir Ozgur, Demet Bîlge Erkasap, Ender Ondeş, Fatîh Polat, Mehveş Evîn, Nazim Alpman û Sîbel Oral.
Xelat dê di 10’ê Nîsana 2025’an ango rojbûna Metîn Goktepe de bi merasîmekê bên dayîn.