Li Şengalê meş: Êzidî ne Êzidiyên berê ne, kombûna me bersiva herî mezin e
Di 11’emîn salvegera fermanê de li navenda Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin. Şengalî ji qada meşê peyama "Êzidî êdî ne Êzidiyên berê ne û kombûna me bersiva herî mezin e" dan.

Şengal – 11’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an li navenda Şengalê bi meşeke girseyî hat bibîranîn. Meşa ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatibû organîzekirin, li Sûka Kevn destpê kir û heta Desteya Eşayîrî ya Şengalê dewam kir.
Di meşê de wêneyên şehîd û qurbaniyên fermanê hatin rakirin, dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’, ‘Bimire Îxanet’ ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî YJŞ û YBŞ’ hat berzkirin. Ji 7 salî heta 70 salî Şengalî tev li meşê bûn û şehîdên xwe bi bîr anîn û îxanetkaran şermezar kirin.
Piştî meşvan gihiştin cihê Desteya Eşayîrî axaftin hatin kirin.
‘Yê sînor ji DAIŞ’ê re vekir hikûmeta Iraqê bû’
Di meşê de endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel teqîna Tilezêr ê di sala 2007’an de pêk hat bi bîr xist û diyar kir ku ji teqîna Tilezêr heta fermana 3’yê Tebaxê aqûbeta windahiyên wan nayê zanîn. Neam Bedel wiha got: “Encama plana qirêj a dewletan ferman bi serê me de hat. DAIŞ bi qasî ku êrîşê Şengalê bike ne bihêz bû, yê sînorê Iraqê ji DAIŞ’ê re vekir hikûmeta Iraqê bi xwe bû. DAIŞ di nava sê mehan de gelek bajarên girîng a Iraqê dagir kir û piştî sê mehan berê xwe da Şengalê û ferman pêk anî. Beriya êrîşî pêşmergeyên PDK digotin em ê parastina we bikin lê beriya herkesî ew reviyan. Lê piştî fermanê civaka me bi naskirina fikrên Rêber Apo bi xwe hesiya û êdî tu kes nikare civaka êzidî bixapîne. Em kesên ku fermanê bi serê me de anî jî nas dikin û yê me ji fermanê xilas kirî jî nas dikin. Ez bang li civaka êzidî dikim ku dest bi din hev û tifaqa xwe pêk bînin û nekevin xefika dijmin.”
‘Kombûna me bersiva herî mezin e’
Li ser navê malbatên şehîdan Pakîze Celal jî da zanîn ku îro roj roja bersivdayîna dijmin e û ev tişt vegot: “Li her dera Şengalê hatina me ya vir û kombûna me bersiva herî mezin e ji dijmin re. Em hêvî dikim civaka me wekî vê kombûnê her destê wan destê hev be û tifaqa xwe pêk bîne. Divê hemû êzidî bizanibin bersiva herî mezin ev meşa îro ye. Heta mirinê em şehîdên xwe û fermana 3’yê Tebaxê ji bîr nakin.”
‘Gotinên Rêber Apo niha li vir piştrast dibin’
Li ser navê fermandariya YJŞ (Yekîneyên Jinên Şengalê) û YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) Axîn Tolhildan jî ev nirxandin kir: “Em hemû şehîdên me yên ku li pêş fermanê bûn asteng û canê xwe feda kirin bi bîr tînin. Wek YBŞ û YJŞ’ê ku di nav xwîn û şer de hatin avakirin, heta dawiyê civaka xwe parast û dê heta dawî jî biparêzin. Em hazir in ji bo parastina ax û civaka xwe canê xwe bidin. Xwediyê vê civakê ev civak û şervanên vê civakê ne, xwediyê vê civakê Rêber Apo ye. Ji ber vê di peyama xwe ya dawî de Rêber Apo dibêje civaka êzidî tevî her êrîşan jî çand û baweriya xwe parast û ferman bi dawî bûne. Rast e êdî ferman bi dawî bûye, ji ber zarokên vê civakê axa xwe diparêzin. Gotina Rêber Apo niha li vir piştrast dibe û divê em li hember fermanan ronesansa Şengalê pêk bînin û pêş bixin. Û em ê bi fikrên û felsefeya Rêber Apo xwe ji hemû ferman biparêzin. Ez dixwazim di şexsê we de vê peyamê jî bidim dijmin, êdî Êzidî êdî ne Êzidiyên berê ne û kombûna me bersiva herî mezin e.”