Perwerdeya Kongra Star a ji bo mêran bi dawî bû
Bi armanca guhertin û veguhertina hişmendiya civakê li ser bingeha hevjiyana azad dewreya perwerdeya bîrdozî ya bi navê têkoşêr Nuredîn Sofî ku Kongra Star ji bo mêran dabû destpêkirin bi dawî bû.
Hesekê – Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû qadên jiyanê veguherand şoreşa guhertin û veguherandinê. Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Hesekê dewreyek perwerdeyê ku di 26’ê Îlonê de li Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû û 30 mêr di nav de rêveber û hevserokên saziyên kantonê û hevsêrên wan dihewîne, duh bi şahiyekê bi dawî bû.
Di dewrê de dersên li ser civaka xwezayî, jineolojî, hevjiyana azad, zagona malbatê, dîroka jinan û paşketinên ku di dîrokê de jiyane hatin dayîn. Armanc jê avakirina malbateke demokratîk e ku ev yek dibe bingeha civakeke azad.
Dewreya perwerdeyê bi navê têkoşer û fermandarê nemir a Şoreşa Jinan, Nuredîn Sofî, çalakvanê Kurd ku baweriya xwe bi azadiya jinan anîbû û karibû karakterê xwe biguherîne û bandorê li yên din bike, hatiye binavkirin.
Di şahiyê de endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin û partiyên siyasî yên kantona Cizîrê amade bûn.
‘Jiyana hevbeş rizgariya civakê ji bindestiyê ye’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Cengîman Şêxo tekez kir ku avakirina malbateke demokratîk ji herdû zayendan tê xwestin, lewma guhertina hişmendiya zayendparêz girîng e û wiha axaftina xwe dewam kir: “Guhertina zihniyeta baviksalarî ji bo serkeftin û avakirina civakeke azad û demokratîk bingehîn e, û ev gav dê li ser bingeha malbateke demokratîk were avakirin. Zihniyeta baviksalarî hem jin hem jî mêr kole kiriye; ji ber vê yekê, belavkirina zihniyeteke li ser jiyana hevbeş rizgariya civakê ji bindestiyê ye.”
‘Naskirina dîroka rast ji bo pêşerojeke azad girîng e’
Cengîman wiha axaftina xwe dewam kir: “Armanca me ya sereke ew e ku em dîroka rastîn, bi taybetî dîroka jinan, fêm bikin da ku em karibin pêşerojê ava bikin û ber bi pêş ve biçin. Ji ber vê yekê, têgihîştina lêkolînên jinan (jineolojî) mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê ye. Piştî qedandina vê dewreya perwerdeyê, ji hemû beşdaran tê xwestin ku her tiştê ku fêr bûne di jiyana xwe ya rojane û pîşeyî de bicîh bînin û demê ji bo perwerdekirina xwe ji bo derbaskirina hişmendiya otorîter veqetînin.”
Paşê çend helbestên şoreşgerî û azadiya jinan ji aliyê beşdarên perwerdeyê ve hatin pêşkêşkirin.
Şahî bi gerandina govendan û pêşkêşkirina stranên şoreşgerî ji aliyê Koma Şoreş ya Til Temir û hunermend Mueyed Şiwêş ve bi dawî bû.