Pêngava girîng û nû ya Tevgera Azadiyê
Di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê de komek gerîla di 26’ê Cotmehê de ji sînorên Tirkiyeyê vekişiyan Qendîlê.
AVAN KERÎM
Navenda Nûçeyan – Di 26’ê Cotmehê de Rêveberiya Tevgera Azadiyê, di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Qendîlê gaveke din a dîrokî avêtin û ragihandin ku dê hemû hêzên xwe ji sînorên Tirkiyeyê vekişînin.
Girîngiya pêngava nû ya tevgera azadiyê
Pêngava gerîla ya xwevekişandina ji Tirkiyeyê, di çarçoveya pêvajoya aştiyê de ji bo careke din nîşandana niyeta baş a tevgerê bû. Ev gav ji bo li wan herêman hêzên gerîla û Tirkiyeyê nêzî hev bin û hewldana ji bo provakasyonê li dijî pêvajoya aştiyê ji holê rakin bû. Ev jî pêngava nû ya tevgera azadiyê zêdetir girîng û bi wate dike. Ji ber tevger bi biryar e destûr nede pevçûnan dîsa derbikevin.
Tevgera Azadî ya Apoyî di siyasetê de afrîner e, bi her gaveke xwe di raya giştî û navxweyî de pêvaojevê dide avakirin. Bi peyaman armanca xwe diyar dike. Her wekî di kesayeta Rêber Ocalan de dît, derfetek gelek teng û kêm de dikaribû pêvejoyê dest pê bike û aliyê li hemberî xwe neçar bike ku di nava parlamentoyê de doza Kurd bîne ziman. Ji derveyî wê raya giştî ya cîhanê neçar kir ku li ser pêvajoya aştiyê biaxivin.
Tevgera azadiyê amade ye
Tevgera Azadiyê çawa ku di şer de ji bo mafê xwe yê rewa heta dawiyê têkoşiya, ji bo aştiyê jî bi heman awayî amade ye û pêngavên wêrek û girîng davêje. Ji berê ve heta niha me gavên wisa ji tevgerê dît. Careke din di pêvajoya çareseriyê de Rêber Apo biryara vegera komek gerîla ji çiya û komek ji şêniyên Kampa Mexmûrê û komek çalakvan ji Ewropayê vegeriyabûnn bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê. Ya ku li dijî vê pêngavê derket ne PKK bû dewleta Tirk bû. Ji ber dewleta Tirk bi neyênî vê gavê pêşwazî kir. Li bîra me ye dema ew koma gerîla û koma Mexmûrê vegeriyan desthilatdariya Tirkiyeyê hemûyan girt û avêt girtîgehê, helwestek hişk nîşan da. Ji ber wê jî koma Ewropayê venegeriyan. Lê belê tevî vê biryardariya PKK’ê dewlata Tirk neçarî avêtina gav ji bo aştiyê kir û hebûna Kurdan û mafên wan di çarçoveya destûra bingehîn de were parastin. Piştî çend salan qedexekirina hevdîtina rojnamevanan a bi Rêber Ocalan re, hevdîtina di sala 1997’an de hatiye kişandin, nû hat belavkirin. Ev jî nîşanî raya giştî ya cîhanê dide ku ew mirov di bin navê terorê de hatine reşkirin. Halbuki alîgirê aştiyê û lîderek xwedî pêşbîniyan e û bê maf tê girtin. Bi rastî ji çavên medya û cîhanê hatiye veşartin. Ev careke din vê heqîqetê piştrast dike ku ji bo Rêber Ocalan û Tevgera Azadiyê tu car şer ji aştiyê re nebûye bijarteyek baştir.
Armanca girîng a pêngavê
Siyaseta stratejîk a Tvegera Azadiyê û Rêber Ocalan her dem bûye xwedî armanc û hedef û girîng bû. Di dîroka vê tevegrê de gelek mînakên wê hene. Îro jî armancên girîng ên vê pêngavê hene. Ev du roj in gelek siyasetmedar, kesên navdar û zana û rayedarên herêmê û cîhanê behsa girîngiya vê pêngava nû dikin û bi wate dinirxînin. Behskirina vê pêngava dîrokî ji aliyê van kes û aliyan ve nîşan dide ku gelê Kurd û Tevgera Azadiyê di riya rast de ne û doza wan a mafdar careke din hatiye nasîn. Ev jî tê wê wateyê ku aştîxwaziya tevgera azadiyê were bîrxistin. Bi salên dirêj e dewletên hegemon ên cîhanê û bi taybetî dewleta Tirk bi peyvên ne guncaw weke ‘terorê’ hewl dan Kurdan tune bikin.
Şerê taybet ê li dijî pêngava nû ya PKK’ê
Li Başûrê Kurdistanê û hinek kesên ku weke her demê ji bo berjewendiyên dewletên dijmin xizmetê dikin, vê carê jî li dijî pêngava dîrokî ya PKK’ê şerê taybet didin meşandin. Vê jî weke her demê bi navê Kurdayetî niştimanperweriyê de dikin. Ji ber di rastiyê de dijminê vî gelî, neteweyî û vê tevgerê tu caran nexwestine aştî hebe. Ji ber ku aştiyê naxwazin. Ji ber wê bi riya belavkirina guman û derewan hewl dide di nava gel de bêbaweriyê çêbike. Bi taybetî dixwazin di nava kesên dilsoz û welatparêz de şerê taybet bidin avakirin. Ev di demek wisa de ye ku gelê me li Başûr krîzên aborî û dagirkerî û destwerdana derve dijîn de çêdibe. Ew hêz li cihê bibin alîgirên aştiyê, berovajî ji bo sabotekirina pêvajoyê çi ji destên wan tê dikin. Ji ber ku ew baş dizanin, ger pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, wê bibe destpêka avakirina civaka demokratîk. Ew jî dê bibe dawiya wan. Ji ber vê hemû hêza xwe ji bo têkdana pêvajoyê bi kar tînin.