Li Silêmanî li ser beşdariya jinan a parlamentoya Iraqê panel

Li Silêmaniyê bi hevkariya Rêxistina Xelk li peymangeha Teknîka Kurdistanê, bi amadebûna mamostayên zanîngehê û aktîvîstan der barê nîqaşên li ser jin û hilbijartinê de panelek hate li dar xistin.

Silêmanî – Li Peymangeha Teknîkî ya Kurdistanê ya bajarê Silêmanî, ji aliyê beşa medyaya dijîtal û marketînga peymangeha Teknîka Kurdistanê ve bi hevkariya Rêxistina Xelk, bi amadebûna aktîvîstên mafê jinan û mamostayên zanîgehê û her wiha bi beşdariya panelîstan, her yek ji mamostayên Zanîngehê Pavê Cemîl, Edalet Abdullah û Serwer Abdurehman di panelekê de li ser pirsên di civakê de nîqaş hate kirin.

Di panelê de bal kişandin ser rola jinan di qada siyas û çûna wan a parlementoyê Iraqê ya ji bo li ser pirsgirêkan bi fikre jinan kar bikin.

‘Divê parlamenterên jin bibin dengê jinan’

Rektora koleja zanistên Mirovî ya zanîngeha Silêmanî Pavê Cemal, balkişand li ser pirsgirêkên jinan û got: “Pirsgirêka jinê, pirsgirêkek cîhanî ye. Divê jin hişyar bin, divê jin bi hişyarî deng bidin û pêwîste namzetên jin li parlementerê bibin dengê jinan. Li ser pirsgirêkên jinan bi xebitin.”

Mamostaya zanîgehê û nivîskar Edalet Abdullah wiha got: “Di civaka me de divê jin ji bo bidestxistina mafên xwe bixebitin. Di civaka me de jin rastî lewazkirinê tên. Aqlê mêrsalar û pergala siyasî hewil didin jinan paşbixin. Tevî hebûna van astengiyan, jin rastî nakokiyên di nava bajaran de jî tên.”

‘Pergala kota nehatiye guhertin’

Serokê Endistriya perwerdê Serwer Abdurehman, da zanîn ku pirsgirêka jinên li herêma Kurdistanê nekariye wek hewce dike bê nîşandan û got: “Di nava 20 salan de pergala kota ji bo jinan nehatiye guhertin. Bi aqlê mêrsalarî û di bin navê partiyan de jinan bi rêya pergala mêrsalarî dixin parlementoyê. Divê jin ji vê maskeya partiyan derbikevin û li parlamentoyê li ser mafê jinan biryaran bidin. Niha jin bi kota biçin parlamentoyê û ji bı hişyarkirinê hewildanan bidin.”

‘Divê jinên başûr wek jinên Rojava pêşengtiya civakê bikin’

Rojnamevan û mamostaya beşa ragihandinê ya zanîngeha Silêmanî Sara Qadir, behsa girîngiya panelê kir û got: “Em nêzî hilbijartinên parlementoya Iraqê dibin. Em ê çenda jinan mîna nûnerên xwe bişînin parlamentoya Iraqê. Lewma divê ji bo gihandina agahiyan a ji bo dengdêran, pêwîste panelên bivî awayî bên li dar xistin. Niha jin bi pergala kotayê diçin parlamentoya Iraqê, divê bi jin bi jinbûna xwe biçin parlamentoyê. Di encamê de ev jinên namzet bi partiyek siyasî wê biçin parlamentoyê û divê aliyên siyasî bernameya xwe ya beramberî mafê jinan biguherin.

Bi vî awayî dikarin li ser pirsgirêka jin û mafê jinan bêfikra mêrsalarî kar bikin. Pêwîste ji bo jinan di qada siyasî de rol bê dayîn ku bikaribin zêdetir pêş bikevin. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê meşaleya aştî û jiyana bihevre dane destê jinan. Divê em jî mîna jinên Rojavayê Kurdistanê bikarin di qada siyasî û aştiyê de cih bigrin. Jinên başûrê Kurdistanê ji aliyê desthilatê ve tên asteng kirin. Lewma kesên siyasî li vir ji hêz û mafên jinan bawer nake.”

Panel bi nîqaşên di navbera panalîst û mêhvanan de bi dawî bû.