Aktîvîsta Efganî bi xeteriya dersînorkirinê re rû bi rû ye
Aktîvîsta mafên jinan a navdar a Efganî Halîma Bajehok li Îranê bi xeteriya dersînorkirina bi darê zorê re rû bi rû ye. Ev yek rasterast gef li jiyana wê dixwe.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê di pêvajoyekî ku zextên li dijî jinan zêde dibe de, gelek aktîvîstên jin ên Efganî ji bo ji zilma Talîbanê birevin, xwe spartin Îranê. Lêbelê, êdî ew stargeh di bin gefek mezin de ye, ji ber ku jin ji ber statuya xwe ya yasayî bi xetereya dersînorkirina bi zorê re rû bi rû ne. Ev yek jî jiyan û azadiya wan dixe xeterê.
Di demên dawî de aktîvîsta mafên jinan û damezrênera Tora Komarî ya Jinên Efganî Halîma Bajehok, di xwepêşandanên li dijî Talîbanê de, ji aliyê rayedarên Îranê ve hate binçavkirin. Ji ber ku Halîma Bajehok, ne xwedî vîzeya derbasdar a ketinê ye, bi dersînorkirina bi darê zorê re rû bi rû ye.
Halîma Bajehok, beriya du rojan hate binçavkirin û heta niha li kampeke ragirtinê ya li bajarê Gorganê tê ragirtin. Girtina wê di nava aktîvîstên mafên jinan de bû sedema bertekek mezin. Aktîvîsta, diyar dikin ku dersînorkirina wê binpêkirinek eşkere ya prensîbên mirovî û mafên mirovan e.
Di vê çarçoveyê de, parêzvanên mafên jinan bang li Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî û ajansên koçberiyê yên navneteweyî dikin kirin ku ji bo berdana Halîma Bajehok mudaxelek lezgîn bikin.