Pêkhateyên Hesekê ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daketin qadan
Bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen, ji bo şermezarkirina êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê yên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, daketin qadan.
Hesekê – Cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam, bi awayekî bêserûber û dijwar taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê topbaran dike. Di encama bombebarana berdewam û bêserûber de bi dehan kes birîndar û welatî hatin qetilkirin. Îro gelên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen, ji bo şermezarkirina êrîşên cîhadîstên HTŞ’ê yên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, meşek li dar xistin.
Endam û rêvberên saziyên civaka sivîl, Kongra Star û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn. Meş li çarxerêya Kevokê ya li Til Hecerê destpê kir, li ser kolana sereke ya Miftî berdewam kir û li çarxereya Şehîd Serhed ya Miftî, veguherî mitîngek.
‘Ev êrîş Sûriyeyê ber bi rêyeke xeternak ve dibin’
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclîsa Efrînê Gulîstan Efrîn berxwedana jinên Şêx Meqsûd silav kir û wiha got: “Êrîşên HTŞ'ê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, binpêkirina peymana 1'ê Nîsanê ne û her wiha têkçûna pêkanîna peymana 10'ê Adarê nîşan didin. Bi vî awayî rê li ber serdestbûna ewlehî û aramiya li herêmê digirin. Ev êrîş û binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê pêk tên, Sûriyeyê ber bi rêyeke xeternak ve dibin. Em di vê qonaxa krîtîk de ne, qonaxek ku Rêbertî banga wê kiriye, qonaxek aştiya demokratîk ku dê bi diyalogê, ne bi binpêkirin û êrîşan, pêk were.”
‘Ev sûcek li dijî mirovahiyê ye’
Gulîstan Efrîn balkişand ser bandora berxwedana gelan û wiha got: “Îro, berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji tevahiya cîhanê re piştrast dike ku rihê berxwedanê li her çar aliyên Kurdistanê, li ser bingeha raman û felsefeya Rêbertî, kûr e. Bi biryardariyeke bê şik, em berxwedanê didomînin. Şêx Meqsûd ne tenê cîhek e; ew sembola berxwedan, azadî û rûmetê ye. Em dibînin ku çawa jin û zarok tên hedefgirtin. Ev sûcek li dijî mirovahiyê ye. Ji aliyekî ve dorpêçkirin heye, ji aliyê din ve êrîş hene. Ji ber vê yekê, gelê Sûriyeyê bawer dike ku ev polîtîkayên ku ji hêla HTŞ'ê ve têne meşandin, armanc dikin ku hebûna wan bi dawî bikin û aştiyê red bikin.”
Meş bi dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.