Partiya Serokwezîra yekem a Japonyayê Sanae Takaichi serkeftinek mezin bi dest xist

Li Japonyayê, çanda siyasî ya navend serweriya mêre, derketina jinan ya ser dika siyasetê zehmet dike. Di hilbijartinên giştî de hilbijartina Sanae Takaichi wek serokwezîr, wek xala girîng a şikestinê tê nirxandin.

Navenda Nûçeyan – Li Japonya di hilbijartinên pêşwext de, Partiya Lîberal Demokratîk (LDP) a bi serokatiya Sanae Takaichi, di dema piştî şer de serkeftinên herî mezin a hilbijartinê bi dest xist û bû yekem. 

LDP, di Meclîsa Nûnertiyê ku çengê xwarê yê parlementoyê ye û xwedî 465 endamane, 316 kursî bi dest xist. Partiyê 198 kursiyên xwe yên di demên berê de xwedî, gelek zêde kir û sînorê ji sêyan du yê ku di guherîna destûra bingehîn de xwedî role 310 kursî zêde kir.

Piştî şerê cîhanê yê 2’yem tişta yekeme

Bi vê encamê LDP, ji şerê cîhanê yê 2’yemîn heta niha, di Meclîsa Nûnertiyan de bû partiya yekem ku ji wê astê bigihe vê serkeftinê. Hevkarê desthilatê partiya Nippon Ishin (JIP) hejmara kursiyên xwe 2 zêdekir û giha 36’an.

Daxuyaniya yekem ‘Emê sozên medane pêkbînin’ bû

Serokwezîr Sanae Takaichi daxuyanî da û got: “Di mijara bicihanîna sozên ku me beriya hilbijartinê dayî de, em berpirsyartiyek gelek giran dihilgirin.” Sanae Takaichi da zanîn ku plan nakin ku kabîne biçe guherînek berfireh û îfade kir ku derbarê guherîna destûra bingehîn de hêvî dikim ku gavên şênber di parlementoyê de werin nîqaşkirin.

Li Japonya beşdariya jinan a siyasetê

Divê hilbijartinê de li gelemperî welat 1285 namzet di pêşbaziyê de bûn. Bi vî aliyê xwe hilbijartina dawî ji reqabeta herî mezin re bû sehne.

Li gorî nûçeyên Japon Times û International Knowledge Network of Women in Politics, di meclîsa nûneran a çengê herî krîtik ya Parlementoya Japonya Diet’ê, parlementerên jin ji kursiyên giştî tenê ji sedî 15,7 pêktê.

Pêşdarazên bê hişmendî ya xwe dispêre zayendperestiya civakê, astengkirina beşdariya jinan a siyasetê didomîne. Ev tablo nîşan dide ku Japonya di qada siyasetê de bi wateya xwe ya tam ji bo bigihe wekheviya zayenda civakê rêyeke dirêj a ku derbas bike heye.

Endama Meclîsa Nûnertiyan û Partiya Demokrat a destûra bingehîn a di muxalefeta bingehîn de û dema xwe ya duyem derbas dike Natsumî Sakai, anî ziman ku di hevsengkirina berpirsyartiya xwe ya mezinkirina keça xwe ya 7 salî û xebatên siyasî de zoriyan dikşîne.

Sanae Takaichi got: “Darazên qalib ên derbarê hilbijartinê de li min hatî ferzkirin, ji bo rêvebirina vê pêvajoyê gelek zor bû.”

Li gorî dayenyên çepemeniyê yê li Japonya, beşdariya jinan a siyasetê wiha ye:

“Hejmara jinan di kabîneyê de û hebûna jinan di pozîsyonên asta jor de gelek sînordar ma. Stereotîpê zayenda civakî, berpirsyartiyên malbatê û çanda siyasî ya navend mêr, derketina jinan a ser dika siyasetê zehmet dike. Tevî vê jî hinek pêşketin tê dîtin. Di meclîsa jor de wek hibijartina hejmara jinan di asta rekorê de.”