Wezareta Tenduristiyê ya Îranê: 100 xwendekar jiyana xwe ji dest dan
Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê, ragihand ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 100 xwendekar jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan- Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Mesûd Hebîbî, duh piştrast kir ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de nêzî 100 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê, ji Zanîngeha Zanistên Tibê ya Meşhedê yek û ji Zanîngeha Zanistên Tibê ya Tehranê jî yek xwendekar di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de cih digre. Mesûd Hebîbî, der barê xwendekarên jiyana xwe ji dest dane de zêdetir hûrgiliyan parve nekir. Lêbelê, dezgehên medyayê yên serbixwe heta niha vê hejmarê piştrast nekirin û agahiyên hatine weşandin destnîşan dikin dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir be.
Mesûd Hebîbî, balkişand li ser binçavkirina xwendekaran jî û îdia kir heta niha nêzî 8 an jî 9 xwendekarên girêdayî Zanîngehên Zanistên Tibî di bin çavan de ne.