Parêzerên jin ên Mexribê ji bo wekheviyê di nava hewldanan de ne
Seroka Koordînasyona Parêzerên Jin a ji bo Wekheviyê Ayşa Kalaa, diyar kir ku nahêlin hiqûqnasên jin xwe bigihîjinin pozîsyonên biryargirtinê û tên astengkirin û wiha got: “Ji bo cudakariya li dijî jinan ji holê rabe divê em vê rewşa heyî biguherînin.”
RAJA KHAYRAT
Mexrib – Parêzerên jin ên Mexribê, hewl didin di pozîsyonên biryardayînê de misogerkirina wekheviya zayendî pêk bînin riya vê jî Koordînasyona Parêzerên Jin a ji bo Wekheviyê ye. Seroka Koordînasyonê Parêzer Aişe Kalaa, da zanîn ku di 17 saziyên Mexribê de 16 parêzerên jin hene û ev yek jî nîşan dide ku temsîliyeta parêzerên jin qels e.
Ayşa Kalaa, diyar kir ku wan dîtine piştî hilbijartinên dawî yên di saziyên hiqûqê de temsîliyeta jinan qels bûye û wiha got: “Piştî hilbijartinan me danezanek ku daxwaza wekheviyê tê de hebû weşand û armanca koordînasyonê parve kir. Armanca me ew e ku em di sektorên cuda de nûnertiya guncaw a parêzerên jin misoger bikin. Di rojên pêşiya me de têkildarî sererastkirina pîşeya parêzeriyê, pêşnûmeyek zagonê pêşkêşî parlamentoyê were kirin. Di civîna pêşiya me de ji bo armancên koordînasyonê bidin naskirin û di zagonê de rêgeza kotayê wek şert deynin, Wezîrê Edaletê yê Mexribê û endamên kordînasyonê me anîn gel hev. Tevî ku di warê pîşeyî de parêzerên jin û mêr heman hewldanan nîşan didin jî parêzerên jin bi awayekî cuda tên vederkirin.”
Jin di dawiya lîsteyan de cih digrin
Ayşa Kalaa, da zanîn ku tevî destkeftiyên jinan jî rastî astengiyên feraseta serwer ê mêr tên û wiha got: “Seroka Baroya Agadirê, ji bo biryara ku di hilbijartinên pîşeyî de daxwaza pêkanîna kotayê dike îtîraz kir. Divê parêzer nûnertiya parêzvanên maf û azadiyê bikin lê di saziyan de gelek parêzerên jin tên astengkirin. Ji ber pirsgirêkên namzediyê, parêzerên jin di pêvajoya dengdayînê de di rêza herî binî de cih digrin. Koordînasyonê vê rewşê teşxîs kir. Li Mexribê di warê pîşeya hiqûqî de tu parêzerek jin nikaribû erka serokatiya baroyê pêk bîne. Tevî ku gelek ji wan di saziyên pêwendîdar de xwedî tercubeyên siyasî û civakî ne jî têrkêrbûna parêzerên jin tê înkarkirin. Parêzerên jin weke endamên sendîka û meclisê xwedî jêhatiya parastina maf û azadiyê û xebatên pîşeyî ne. Qanûna pîşeya hiqûqî ya di sala 2008’an de hat derxistin, ji Destûra Bingehîn a 2011’an ku wekheviyê pêşbînî dike, kêm dibîne.”
‘Divê nêzîkatiya li dijî jinan bê guhertin'
Ayşa Kalaa, diyar kir ku qelsbûna namzed nîşanedana parêzerên jin a ji bo rêveberî û endamtiya meclisê, ji feraseta desthilatdariyê ye û ji rolên di civakê de bingeha xwe digre. Ayşa Kalaa, wiha got: “Di gelek rewşan de li şûna parêzerê jin, parêzerên mêr tên tayînkirin. Divê ev nêzîkatî were guhertin. Divê hebûn û statuya jinan a di navendên biryargirtinê de bên xurtkirin. Tevî van hemû neyîniyan jî gelek parêzerên jin ji bo wezîfeyên serokatiyê têkoşînê dimeşînin lê ji ber çanda serwer hinek jin tevî hewldanên xwe yên di vî warî de jî nikarin xwe bigihîjînin van pozîsyonan. Ez vê yekê wek nîşaneyek bi xeter a paşketina li Mexribê şîrove dikim.”
'Divê rêgeza wekheviyê were bicihanîn’
Ayşa Kalaa, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêkanîna wekheviyê rêgezek destûra bingehîn e û ji bo pêkanîna wê ya li her derê dem pêwîst e û wiha got: “Di asta sazîbûn û zagonî de pêwîstî bi hewldanan heye. Em dixwazin saziyên civaka sivîl, dezgehên siyasî û hemû aktor li gorî rêgeza wekheviyê tevbigerin. Divê ji bo jiholêrakirina cudakariya li dijî jinan rewşa heyî biguherînin û vê zextê bikin. Weke encam, ji bo derbaskirina bêhevsengiyan divê demildest qanûn û şertên ku pîşeyê sererast dikin bên guhertin.”