Li Urmiyeyê di danasîna turîzmê ya bi 7 zimanan de cih nedan zimanê Kurdî!

Li Urmiyeyê ji bo razemeniyên turîzmê bi heft zimanan danasîn hat kirin. Şêniyên Urmiyeyê ji ber ku di nava 7 zimanan de Kurdî tunebû bertek nîşan dan û gotin ku ev yek parçeyek ji polîtîkaya dijminahî û bişaftina li dijî zimanê Kurdî ye.

YARA AHMEDÎ

Urmiye - Li Rojhilatê Kurdistanê piraniya kesan bi Kurdî diaxivin lê di rojên derbasbûyî de Mudurê Giştî yê Hunerên Destan û Turîzmê yê Mîrasa Çandî ya Eyaleta Urmiyeyê, ji bo bajarê Urmiyeyê ku gelek turîst diçin wê derê, ji bo razemeniyên turîzmê bi zimanê Farsî, Tirkî, Azerî, Îngilîzî, Çînî, Hindî, Erebî danasîn kir. Ji ber ku di nava van zimanan Kurdî tunebû, gelek kesan bertek nîşan dan.

‘Zêdetir li tercumanên ku bi Kurdî dizanin digerin’

Roya M. ya ku li Urmiyeyê di otelek de tercumaniyê dike got: “Gelek kesên ku tên herêmê, ji ber ku cihê yekem e vî bajarê, tercîh dikin. Gelek kesên ku digerin, ji ber erdnîgarî û zanîna ziman, vê derê tercîh dikin. Kesên ku zêdetir tên vê derê jî Kurdên ji Başûr û Bakur in. Gelek ji wan turîstan, bi armanca tibî, kar an jî turîzmê tên digerin. Zêdetir li tercumanên ku bi Kurdî dizanin digerin.”

‘Hebûna zimanê Kurî bû sedem ku zêdetir kesên razemeniyê dikin werin vê derê’

Samira Sharif ku li nexweşxaneyeke taybet a Urmiyeyê de dixebite jî wiha dibêje: "Di navbera personelên nexweşxaneyê de hejmara Kurdan pir zêde ye. Divê were zanîn ku bajarê Urmiyeyê yek ji navendên herî girîng ê turîzmê ye.”

Îxracatkarê xurekê Kosar Rahîmî, jî diyar kir ku wî bi herêma Kurdistanê re zêdetir kar kiriye û got: “Ji ber ku her du alî jî bi Kurdî diaxivin ez pir kêfxweş im. Dikare were gotin ku Kurdbûn ji bo lihevkirinê faktora herî bi bandor e. Li gorî min li vî bajarê hebûna zimanê Kurdî, bûye sedem ku gelek kesên ku razemeniyê dikin û karsaz werin vê herêmê."

‘Zimanê Kurdî di turîzmê de zimanê herî bi bandor e’

Aktivîsta ji Rojhilatê Kurdistanê Leila M. jî got ku li Urmiyeyê gelek nexweşên ku ji herêma Kurdistanê tên hene û bal kişand ku hemû jî bi Kurdî diaxivin û got ku ji bo mêvanên Kurd ên tên Urmiyeyê terîfeya bihayê zêde tê pêkanîn û wiha domand:

“Heta hinek bijîjk bi dermanxaneyan re li hev dikin û hinek nexweşxane nexweşan dişînin dermanxaneyên ku bi wan re li hev kirine. Di nava şêniyên Urmiyeyê de Kurdên ku hene û temenê wan navsere ye nizanin bi Farsî biaxivin. Di danasînê de tunebûna zimanê Kurdî encadma pişavtina çandî ye. Ev ji derveyî dijminahiya li dijî zimanê Kurdî wêdetir tiştek nîn e. Bi salan e zimanê Kurdê di bin gefa dijminan de ye lê ji ber rola xwe ya ku dilîze tu carî nikaribûne înkar bikin. Zimanê Kurdî êdî li vî bajarê û di bazara turîzmê de yek ji zimanên herî bi bandor e.”